OPERASYONA LI DIJÎ ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN A STENBOLÊ DIDOME

Kanal8 31/05/2025

Operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê berdewam dike. 3 ji wan şaredar 47 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 19’ê Adarê de bi îdiaya "gendelî û terorê" li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dabû destpêkirin, berdewam dike.

Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta gendeliyê operasyonek nû hate destpêkirin.
Şaredarê Navçeya Buyukçekmeceyê Hesen Akgun, Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hakan Bahçetepe, Şaredarê Avcilarê Ûtkû Caner Çaykara, parlamenterê berê yê CHP’ê Aykut Erdogdu, endamê Encûmena Navendî ya CHP’ê Baqî Aydoner jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li malên kesên derbarê wan biryara binçavkirinê hatî dayîn, lêgerîn hate kirin.

Kanal8

31/05/2025