HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN: 3 ENDAMÊN ME ŞEHÎD BÛN
Di êrişeke DAIŞ’ê de ya li ser rêya Hesekê-Reqayê de sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê êrişa bombeyî ya şaneyên DAIŞ’ê ya li ser benda kontrolê ya li ser rêya Reqa-Hesekê daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniyê, îro demjimêr 9'ê sibê, şaneyeke çekdar a DAIŞ’ê li ser benda kontrolê ya herêma Sebah El Xêr ya li ser rêya Reqa-Hesekê, mayînek bi erebeya dewriyeya hêzên Ewlekariya Hundirîn ve teqand.
Di encama êrişê de sê endamên hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan û yekî din birîndar bû.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin, piştî êrîşê operasyon hatiye destpêkirin û kesên hewl didin ewlehiya herêmên wan têk bibin dê ji cezayan derbas nebin.
Vê dawiyê tevgerên şaneyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî jî derdora kampa holê û hin gundên Reqa û Hesekê zêde bûne.
01/06/2025