DEM PARTÎ WÊ BI WEZÎRÊ DADÊ RE BICIVE
Kanal8 24/06/2025

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî wê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê re bicivin.
Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî wê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tunç re hevdîtinê bikin.
Hevdîtinê dê li Wezareta Dadê di demjimêr 16:30'an de bê kirin.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de bertekên li dijî Paketa 10'emîn a Darazê, rewşa girtiyên nexweş, astengkirina tehliyeya girtiyan a ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve jî dê di hevdîtinê de bên gotûbêjkirin.
Kanal8
24/06/2025