SÛRIYE: VEKIRINA BALAFIRGEHA QAMIŞLOYÊ NEYASAYÎ YE

Elî Zalo 28/06/2025
Balafirgeha Qamişloyê
Balafirgeha Qamişloyê

Serokê Rêvberiya Balafirgehên Sivîl ê Sûriyê ragihand, bêyî destûra wan, vekirina balafirgeha Qamişloyê neyasayî ye.

Serokê Rêvberiya Balafirgehên Sivîl ê Sûriyê Eşhed Selbî, der barê biryara Rêveberiya Xweser a avakirina Saziya Rêveberiya Balafirgeha Sivîl û vekirina Balafirgeha Qamişloyê ragihand, her gaveke bi vî rengî ya bêyî koordîneya bi desthilata wan re binpêkirina serweriya asman û ewlehiya firînê ya Sûriyê ye.

Eşhed  Selbî da zanîn, ew pilan dikin, di dema pêş de balafirgehan nûjen bikin û hejmarek balafirgehên nû jî ava bikin.

Der barê destpêkirina geştan ji bo Ewropayê, Eşhed Selbî diyar kir ku, pêwîstiya wan bi lihevkirineke nû ya teknîkî heye û cezayên hatine rakirin, neketine piratîkê, ji bo wê jî pêwîstiya wan herî kêm bi 6 mehan heye û eşkere jî kir, bi Tirkiyê re peymanek hatiye îmzekirin ku li balafirgehên Dîmeşq, Heleb û Dêrezorê radarên nû bicih bikin.

Elî Zalo

28/06/2025