DI CIVÎNA RAYEDARÊN KURD Û BEXDAYÊ DE BEHSA ÇI HATE KIRIN ?

Hêriş Celal 28/06/2025
LOGO HEREM U BEXDA
LOGO HEREM U BEXDA

Sê roj in civînên navbera şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal li Hewlêrê didomin û danûstandin der barê petrol, dahata derveyî petrolê û pirsa mûçeyê xebatkarên Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî agahiyên Kanl8’ê, roja pêncşemiyê civîn destpê kirin û îro û sibehî jî wê dewam bikin.

Çavkaniyekî di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Kanal8’ê re diyar kir ku di civînan de bi zelalî behsa dosyeya petrol, dahata derveyî petrolê û pişka Kurdistanê di dahata Iraqê de tê kirin.

Çavkaniyê da zanîn, gotûbêjên der barê petrolê bi başî dimeşin û ber bi çareseriyê ve diçin û Herêma Kurdistanê amade ye %50 dahata derveyî petrolê radestî Bexdayê bike.

Çavkaniyê destnîşan kir ku heta pirsgirêk neyên çareserkirin, wê civîn berdewam bin.

Kanal8’ê dabû zanîn, şandeya Iraqê bi perspektîfa Serokwezîr Mihemed Şiyai Sûdanî serdana Hewlêrê kiriye û biryara dawiyê di destê wê de ye.

Roja 25’ê Hezîranê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîneke çapemeniyê de eşkere kiribû, wê şandeya Iraqê li ser asteke bilind serdana Herêma Kurdistanê bike û hêvî xwest, pirsgirêga mûçeyê xebatkarên Herêma Kurdistanê çareser bibe.

Hêriş Celal

28/06/2025