ÎSRAÎL: 30 FERMANDAR Û 11 ZANAYÊN ATOMÎ YÊN ÎRANÊ HATINE KUŞTIN

Berpirsekî Leşkerî yê Îsraîlê ragihand, di nava 12 rojên şerê Îsraîl û Îranê de, 30 fermandar û 11 zanayên atomî yên Îranê hatine kuştin.
Berpirsekî Leşkerî yê Îsraîlê ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re der barê bîlançoya windahiyên Îranê axivî û da zanîn, di 13’ê Hezîranê de artêşa Îsraîlê zirareke zêde li Hêza Parastina Asmanî ya Îranê daye û di demjimêrên destpêkê yên şer de potensiyela leşkerî ya Îranê kêm bûye.
Berpirsê Îsraîlê diyar kir, Hêza Asmanî ya Îsraîlê, 900 navendên girîng ên Îranê tune kirine. Bi taybetî navendên çêkirina fûzeyan têk birine.
Her wiha ragihand, darbeyeke giran li Programa Atomî ya Îranê ketiye û êdî nikare bi rêjeya %90 uranyumê bimeyîne.
Berpirsê Îsraîlê eşkere kir ku di nava 12 rojên şerê Îsraîl û Îranê de, 30 fermandar û 11 zanayên atomî yên Îranê hatine kuştin.
Li aliyekî din, Wezareta Tendirustiya Îranê dabû zanîn, bi sedema êrîşên Îsraîlê, 627 kes li Îranê hatine kuştin û berpirsên Artêşa Îsraîlê jî dibêjin, di encama êrîşên Îranê de 29 hemwelatiyên Îsraîlê hatine kuştin.
28/06/2025