SÛRIYÊ KIRÎNA GENIM JI RÛSYÊ RAWASTAND

Elî Zalo 28/06/2025
740651Image1
740651Image1

Kompaniyaya hinerdakirin û bazirganîkirina genim a bi navê Pallanda ya Rûsî li dadgeha navbeynkar a Moskowê li dijî banka Navendî û Kompaniyaya bazganîkirin û embarkirina genim a ser bi Wezareta baziraganî ya Sûriyê doz vekir.

Rojnameya Moskow Timesê ragihand, piştî ku Bankeya Navendî û Kompaniyaya bazirganîkirin û embarkirina genim a ser bi Wezareta baziraganî ya Sûriyê razî nebû bi qebareya 5 milyar û 500 milyon rûblê perê Kompaniya hinardekirin û bazirganîkirina genim ya bi navê Pallanda bidin,wê kompaniyayê li dadgehaya navbeynkar a Moskowê li dijî wan doz vekir, lê heta niha Sûriyê bersiva dadgehê nedaye.


Kompaniya Pallanda yeke jî mezintirîn kompaniyayên hinardekirin û bazarkirina genim li Rûsiyê
Di serdeme deshilata Beşar Esed de,Sûriyê hemû genimê xwe ji Rûsyê dikirî. Lê piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed hinerdakirina genim ji Rûsyê hate rawastandin.
Desthilata nû ya Sûriyê jî, heta niha bi Rûsyê re dest bi gotûbejan li ser kirîna genim nake.

Elî Zalo

28/06/2025