DU VÎRUSÊN NÛ GEFÊ LI MIROVAN DIXWIN

Hêriş Celal 01/07/2025

Zanayên Çînê du vîrusên nû di nav şevşevokan de vedîtin. Pispor hişyariyê didin ku ev vîrus dikarin derbasî mirovan jî bibin.

Di heman demê de zana balê dikşînin ser vê rastiyê ku enfeksiyon dikarin bibin sedema iltîhaba mêjî ya cidî û nexweşiyên nefesê. 

Lêkolînerên Çînê dan zanîn, vîrusên nû girêdayî vîrusên Nipah û Hendrayê ne ku her du jî ji bo mirovan kujer in. Zanyarên Çînê heta niha dermanê herdu vîrusan nedîtine.

Zanyaran lêkolîn li ser gurçikên 142 şevşevokan ji 10 cureyan kirin û 22 vîrus dîtin ku 20 ji wan nû ne û berê nehatibûn kifşkirin.

Pispora Nexweşiyên Vegirtî û Mîkrobiyolojiya Klînîkî Prof. Dr. Sûda Tekin, der barê fikarên ji ber vîrusên nû ji Haberturkê re axivî û diyar kir, çi qas ew du vîrus belav nebûne jî, lê fikar hene potansiyela wan a di nava mirovan de bilind be. 

Prof. Dr. Sûda Tekin got, "Guman hene ku vîrusên nû piştî krîza avûhewayê û germbûna gerdûnî û guhertinên jîngehê belav bibin.

Hêriş Celal

01/07/2025