DFG: ERIŞÊN LI SER AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ BERDEWAM DIKIN

DFG'ê rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Hezîranê eşkere kir û ragihand; 34 rojnamevan hatine binçavkirin û 6 ji wan hatine girtin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên rojnamevanan a Hezîrana 2025'an eşkere kir
Di raporê de hate ragihandin ku di meha Hezîranê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 16 rojnamevan hatine binçavkirin û 6 ji wan hatine girtin.
Her wiha komeleyê da zanîn bi girtinên dawî re hejmara rojnamevanên ku li girtîgehan in gihiştiye 34 kesan
DFG'ê serdegirtina li kovara Leman û binçavkirina xebatkarên wê weke mînakeke êrişên biberdewam ên li ser azadiya raman û derbirînê pênase kir.
Li gorî raporê meha Hezîranê ji 9 rojnamevanan re lêpirsîn hatiye vekirin û ji 13 rojnamevanan re jî doz hatiye vekirin.
DFG'ê diyar kir ku zext û kiryarên dij-demokratîk ên li hemberî rojnamevanan zêde bûne û destnîşan kir ku li hemberî vê yekê wê têkoşîna xwe berdewam bike.
03/07/2025