DOZGERIYA FRANSAYÊ DAXWAZA GIRTINA BEŞAR ESED KIR

Kovan Hemîd 05/07/2025

Dozgeriya Giştî ya Fransayê, bi tometa pêkanîna tawanên li dijî mirovahiyê û bikaranîna çekên kîmyewî, daxwaza girtina Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed dike.

Di rûniştina Dadgeha Bilind a Dadê de li Fransayê, pirsa mafê parêzbendiya kesayetî ya serokên welatên cîhanê hat nîqaşkirin û behsa egera rakirina mafê parêzbendiyê li ser her serokekî hat kirin, eger eşkere bibe ku destê wî di binpêkirin û tawanên li dijî mirovan de hebe .

Di Hezîrana bihurî de jî Dadgeha Pêdaçûnê ya Parîsê biryara destserkirina Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed pejirandibû.

Dozgerê giştî yê Dadgeha Bilind a Fransayê jî daxwaz kir ku mafê parêzbendiyê li Beşar Esed bê standin. Ji ber ku ew êdî ne Serok e. 

Dozger diyar kir, ji ber tawanên şer, ji sala 2012’an ve Fransa îtirafe bi Esed weke Serokek fermî nake. 

Biryare di 25’ê vê mehê de Dadgeha Bilind a Fransayê biryara xwe ya dawiyê derbarê Beşar Esed bide û eger biryara girtina wî hat pejirandin, dê gavek balkêş bibe û Fransa dê bibe yekem welat ku biryareke bi wî awayî li dijî serokê welatekî din dide.

Kovan Hemîd

05/07/2025