KURDISH MONITORING: ASTENGKIRINA ZIMANÊ KURDÎ BERDEWAM E
Li gorî rapora Kurdish Monitoringê di şeş mehên destpêka îsal de li qada giştî, çapemeniyê, qada çand û hûnerê û li girtîgehan di warê bikaranîna zimanê Kurdî de 44 binpêkirinên cûda çêbûne.
Platforma Şopandina Mafê Zimanê Kurdî derbarê astengkirin û zextên li ser zimanê Kurdî rapora xwe ya şeş mehên dawî yên îsal weşand.
Li gorî rapora platformê, îsal di nava saziyên hikûmet û xizmetê de 15 rewşên binpêkirinê, di medyayê de 8 rewş, di sektora çand û hunerê de 12 rewş û di girtîgehan de jî 9 rewşên binpêkirina bikaranîna mafê zimanê kurdî hatine belgekirin.
Platforma Şopandina Mafê Zimanê Kurdî destnîşan kir ku bi giştî di nava şeş mehan de 44 rewşên astengkirina zimanê Kurdî hatine belgehkirin ku herî zêde di meha Gulanê de binpêkirin pêk hatine.
Platformê da zanîn, binpêkirinên li hember zimanê Kurdî ne tenê bi Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re sînordar in û diyar kir, li Japonyayê konserta hunermendê Kurd Seyda Perînçek hate betalkirin û li bajarê Mannheimê ya Almanyayê jî hunermendeke Kurd ku di nava qadeke giştî de stran digotin, rastî êrîşa fîzîkî hatiye.
05/07/2025