DADGEHA EWROPAYÊ DI BERJEWENDIYA DEMÎRTAŞ Û LI DIJÎ TIRKIYÊ BIRYAR DA
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ragihand, girtina demdirêj a Selahedîn Demîrtaş bi sedemên siyasî, binpêkirina peymanên mafên mirovan e.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar li ser doza ku parêzerên Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê HSD’ê Selahedîn Demîrtaş vekiribûn da.
Dadgehê, biryara berê ya serbestberdana Demîrtaş di 20’ê Îlona 2020’an de bibîr anî û diyar kir ku sedema girtina demdirêj a Demîrtaş siyasî ye û got, Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê bi hûrgilî lêkolîn di dosyeyê de nekirye û mafên Demîrtaş binpê kirine.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê destnîşan kir ku sedema astengkirina serbestberdana Demîrtaş, sînordarkirina demokrasî û dijberiya berfirehiya siyasetê ye. Ji ber wê yekê, Tirkiyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê kiriye.
Ger Tirkiye biryarên dadgehê bicih bîne, divê 35 hezar ewroyan bide Demîrtaş û 20 hezar ewroyan jî weke xerciya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide dadgehê.
08/07/2025