PIŞTÎ 48 DEMJIMÊRAN WÊ SÛDANÎ ÇI BIRYARÊ BIGIRE?
Herêma Kurdistanê ya ku ji çar parêzgehan pêk tê, ji ber pirsgirêka herî mezin a jiyanê dinale.
Ez ne ji Herêma Kurdistanê me lê her roj li gorî nûçeyên tên weşandin û li ser gotina hevniştimaniyan, vê hevokê dibihîzim, kengî mûçe bê parvekirin, ne ji paytexta Kurdistanê, lê ji paytexta Iraqê Bexdayê, nûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê têne şandin, ev jî weke standina mafê serbixwe yê darayî dibînim.
Karmandek yan jî Pêşmergeyekî malnişîn ku bi dehan salan li çiyayên Kurdistanê şer kirine lê niha li benda nûçeya mûçeyê ye.
MALA MEZIN DINALE
Piştî sala 2003’an dema hilweşîna rejîma Beis’ê li Iraqê û qonaxa bidestxistina statuya Herêma Kurdistanê li Iraqê û piştî sala 2005’an yek ji destkeftên herî mezin di dîroka Kurdan de rû da, navenda wê jî Herêma Kurdistanê bû her du aliyên nakok Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK). Piştî sala 1992’an yekem car Kurd dibin xwedî parlemanto, hikûmet û hemû saziyên wê.
Kurdên ji her aliyên Kurdistanê, Herêma Kurdistanê wek mala xwe ya mezin dibînin, eger tu li herêmê demekê jî jiyan bikî dibinî kurdên her deverê li vir jiyan dikin.
Berî sala 2014’an Herêm çavkanî û navenda beheşta Kurdan bû, dema kesek ji Rojavayê Kurdistanê yan ji Bakurê Kurdistanê dihat serdana herêmê, matmayî dima ji ber xweşikbûn û derfetên jiyana xweş li vir ji bo xwe û malbata xwe dabîne dikirin, lê êrîşa DAIŞ’ê û ragihandina Referandûma 2017’an gelek bûyer guherîn.
PIRSGIRÊKA MÛÇE Û NEHINARDEKIRINA PETROLÊ
Ji ku dest pê kir. Sala 2014’an dema Nûrî Malikî Serokwezîrê Iraqê bû budceya Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya hikûmeta Federal ku wê demê ji sedî 17 bû birî, bi hinceta ku Herêm petrolê bi rengekî ne yasayî û dur ji pîvanên destura Iraqê difroşe Tirkiyê.
Ji Malikî heya Adil Ebdul Mehdî pêşî Mistefa Kazimî paşê Mihemed Şiya Sûdanî heya niha jî bi rengekî bingehîn nehatiye çareserkirin, lê eger li gorî destûr tevbigerin ihtîmala çareseriyê heye.
DIVÊ MADEYA 112'AN BÊ GUHERTIN
Madeya 112’yê pirsgirêk e , lê eger li Parlementoya Iraqê deng li ser bê dayîn û bibe yasa wê demê her serê mehê ev hevoka ji binî dawî lê tê, Kengî Mûçe Were.
Ew made çi di nava xwe de hildigre, taybete bi petrol û gaz, Bexdad dibêje Herêm li gorî destur nû bikar bîne (Li Herêmê 10 zeviyên gazê, zêdeyî 40 zeviyên petrolê hene) û li gorî wê jî lihevkirinên navdewletî pêk bîne ev jî di destura Iraqa Fedral de heye.
Lê li nava parlmentoya Iraqê jî gelek nakokî di navbera Sunne, Şîe û Kurdan de hene, wa dibînim dema mijar dibe mafê Kurdan li Iraqê Sunne û Şîe dibin yek nêrîn.
Heya niha jî ev made nehatiye çareserkirin di demekê de ku temenê hikûmete çend meh mane xelas bibe ji ber ku 11-11-2025 hilbijartinên parlementoya Iraqê tên li darxistin.
VÊ CARÊ CUDA YE
Ev bû çend roj in du şande hatine avakirin da ku pirsgirêka mûçeyê çareser bike, lê piştî çend rojan ji danûstandinê heye berya civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ku 8’ê Tîrmeha 2025’an bû, negihiştin tu encamê. Ji ber wê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şandeyeke ji 6 wezîran ku 2 ji wan Kurdin avakir da ku navbênkariyê bikin, Sûdanî ji wê şandeya navbeynkar re gotiye heya 48 demjimêran pêwiste bighêjin encamekê, piştî 48 demjimêran wê civîna Encûmena Wezîran a awerte bê avakirin û Mihemed Şiya Sûdanî serpereştiya wê bike.
SÊ DAXWAZIYÊN HER DU ALIYAN
- Herêma Kurdistanê dixwaze Petrola navxwe 65 hezar bermîl rojane be lê Hikûmeta Iraqê dixwaze Petrola navxwe 46 hezar bermîl rojane be.
- Herêma Kurdistanê, dibêje dikarim ji dahata navxwe mehê 50 heta 60 Milyar dînar bidim.
Hikûmeta Iraqê ji Herêmê daxwaza 200 milyar dînaran dike.
- Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze mûçeyên karmenda bi rêya ‘Hejmara Min’ ku ji 6 heya 8 bankên ne-hikûmîne bê şandin lê Hikûmeta Federal dibêje bi rêya Tewtîn be.
Ev daxwaz û alozî didemekê daye nêzî 70’ê rojin karmendên Herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine lê li parêzgehên Iraqê amedekarî ji mûçeyê meha heftê re tê kirin.
HEJMARA KARMENDAN Û MÛÇEYA MEHANE
682,141 - Karmend
734,593,224 milyar dînar
26,889- karmend û mamoste
12,394,396 milyar dînar
76,788- Xizmeta civakî
11,177,850 milyar dînar
83,413- Malbatên Şehîdan û qurbaniyên Enfalê bi giştî
36,377,456 milyar dînar
81,315 - Malbatên Şehîdan û qurbaniyên Enfalê
35,354,018 milyar dînar
1,548 - Girtiyên siyasî
808,547 milyon dînar
550 Birîndarên çekên kîmyewî
235,900 milyon dînar
MALNIŞÎNÊN HERÊMA KURDISTANÊ
245,104—Xanenişînîn bi giştî
119,079,999 milyar dînar
157,471 Xanenişînên sivîl
63,727,450 milyar dînar
87,633 Xanenişînên leşkerî
55,352,459 milyar dînar
09/07/2025