12 RUFATÊN KURDÊN ÊZIDÎ RADESTÎ MALBATÊN WAN TÊN KIRIN
Kanal8 10/07/2025
DNA'ya 12 rufatên din ên Kurdên Êzidî ku li nexweşxaneya Bexdayê hatine eşkerekirin wê radestî malbatên wan bên kirin.
Nûçegihanê KANAL8’ê yê Şingalê ragihand, nasnameyên 12 rufatên din ên Kurdên Êzîdî eşkere bûn û got, biryare di 12'ê Tebaxê de, wan rufatan radestî malbatên wan bikin.
Pêvajoya eşkerekirina DNA'ya rufatên Kurdên Êzîdî di 6 Sibata sala 2021’an de dest pê kir û heta niha berdewam dike.
Ji wê rojê û heta niha Hikûmeta Iraqê 8 karwanên rufatên Kurdên Êzidî yên ku DNA'yên hatine eşkerekirin radestî malbatên wan hatine kirin.
Bi van 12 rûfatan, hejmara rufatên ku heta niha hatine radestkirin digihe 286 rufatan.
Kanal8
10/07/2025