BERPIRSÊN AMERÎKAYÊ NAVBEYNKARIYA SÛRIYÊ Û ÎSRAÎLÊ DIKIN

Kanal8 23/07/2025

Medyaya Amerîkayê da zanîn, berpirsên Amerîkî yên pilebilind navbeykariya başkirina têkiliyên Îsraîl û Sûriyê dikin.

Malpera Axiosê ya Amerîkî diyar kir, berpirsên Amerîkî niha hewl didin civîneke sêalî di navbera wan û Sûriyê û Îsraîlê de were lidarxistin.

Tevî ku dem û cihê civînê nehatine diyarkirin, lê li gorî malperê biryar e, şandiyê Amerîkayê yên taybet ji bo Sûriyê Thomas Barrack serokatiya civînê bike.

Bi gotina Axios, tê payîn di di civînê behsa mijarên ewlehî li başûrê Sûriyê were kirin da ku qeyanên weke şerê Siwêdayê di navbera herdu aliyan de dernekevin.

Berpirsekî amerîkî yê pilebilind ji malperê re got, niha aramiyek heye, lê dozên sereke dê bi lihevkirinên giştî yên di navbera Amerîka, hikûmeta Sûriyê û Îsraîlê de çareser bibin.

Kanal8

23/07/2025