BAYIK: DIVÊ ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA QADA SIYASETA DEMOKRATÎK RABIN
Cemîl Bayik ragihand, ew dixwazin endamên wan ên ku çekên xwe şewitandin, di qada demokratîk de siyasetê bikin û got, “Di vê çarçoveyê de divê yasa werin guhertin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de bi rojnameya Yenî Yaşamê re behsa pêvajoya çareseriyê û çekdanînê kir.
Bayik diyar kir ku endamên wan ên çekên xwe şewitandin niha bê çek in. Wan kesan ji hêla piratîkî ve gav avêtin û êdî çekan bi kar nayînin û got, “Divê astengî werin rakirin da ku ew kes bikarin di qada demokrasiyê de siyasetê bikin û ewlekariya wan jî were parastin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ragihand, wan di demekî de biryara şewitandina çekan da ku cîhan ber bi biçekbûnê ve diçe. Li Rojhilata Navîn şer gur dibe û bi şewitandina çekan wan diyar kir ku ew dixwazin li Rojhilata Navîn û navçeyê şer û çek nemînin.
Li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 11’ê Tîrmehê de komeke 30 kesî ya endamên PKK’ê bi serokatiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, li şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitandin û piştî wê çav zivirin ser Tirkiyê ku gavên yasayî ji bo vegera endamên PKK’ê biavêje û bi yekcarî dawî li şer were.
24/07/2025