LI SÛRIYÊ DI 13 ROJAN DE 176 HEZAR KES KOÇBER BÛNE

Wehbê Romî 26/07/2025

Neteweyên Yekbûyî ragihand, 176 hezar kes ji ber rewşa xerab a jiyanê, ji başûrê Sûriyê koçber bûne û daxwaz dike, bi lez alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberan bê kirin.

Nûnerê UNHCR li Sûriyê, Gonzalo Vargas Llosa, li ser hejmara xwe ya Xê nivisiye, Tîmên Komîsyonê li gel hin tîmên Neteweyên Yekbûyî hewl dane alîkariyên lezgîn pêşkêş bikin, lê rewşa koçberan li başûrê Sûriyê bi  tirajidî bi nav kir.

Her wiha Llose ragihand, ev demeke wan dest bi pêşkêşkirina alîkariyan kiriye û heya niha wan alîkariyên mirovî pêşkêşî 3, 570 koçber kiriye. 4,500 paketên xwarîn û dermanan şadine Dera û gundewan Dîmeşqê û Siweydayê.

Roja 13ê vê mehê li başûrê Sûriyê şerekî mezin di navbera çekdarên eşîrên Siweydayê, komên Durzî û hêzên hikûmeta Sûriyê derket. ji ber êrîşan bi sedan kes ji malên xwe koçber bûn û bi sedan kes jî hatin kuştin.

Li gorî rêxistina mafê mirovan ragihand, ji destpêka aloziyan ve, 34 jê jin û 209 jî zarok, bi giştî 814 kes hatine kuştin û zêdeyî 903 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Wehbê Romî

26/07/2025