EGER MAFÊ KÊMNETEWEYAN NEYÊ NASKIRIN?
Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, hemû alî behsa mafê kêmneteweyan dikin, lê dîsa jî hikûmetên navendî xweseriya wan qebûl nakin û ew yek dibe sedem ku şerê 100 salan ê kêmneteweyan li dijî hikûmetên navendî berdewam bike.
Pirsgirêkên neteweyan li Rojhilata Navîn sedan sal in dewam dikin.
Dema şerek çê dibe an jî qeyraneke mezin derdikeve holê, kêmnetewe dikevin nava fikaran û ditirsin ku êrîşî wan bê kirin, heya sadsala 20’an ti neteweyek li Rojhilata Navîn xwedan ti hêzeke leşkerî an jî siyasî nebû, lê piştî sadsala 21’an û destpêka derketina komên radîkal ên weke DAIŞ’ê herî zêde berê xwe dane tunekirina neteweyan.
Ya balkêş ev e ku dema êrîşî ser neteweyan tê kirin, têne naskirin, her çende niha li ser asta cîhanê û li gorî Neteweyên Yekbûyî, %10-20 kêmnetew e li cîhanê dijîn û li 50 welatên cîhanê belav bûne.
Mînaka wê yekê jî Kurdên Êzidî ne. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîşeke berfireh li hember Şingal û derdora wê pêk anî û tevî şehîdkirin û revandina bi hezaran kesan, lê hêza xwe ya leşkerî pêk anîn û mafê xwe yê xweparastinê bikar anîn.
Civaka Êzdî ya ku bi dirêjahiya dîrokê 73 fermanên tunekirinê li ser wan hatine kirin, niha xwedî hêza leşkerî ne ku paratina xwe dikin.
Di şerên cîhanî yên yekemîn û duyemîn de, tevî ku biryara parastina kêmneteweyan hatibû dayîn, lê ew biryar nehatin pêkanîn û gelek netewe rastî êrîş û tundiyê hatin. Di vê serdemê de jî ku hin bîrmend weke serdema Şerê Cîhanî yê Sêyemîn bi nav dikin, qirkirina kêmneteweyan dewam kir, lê vê carê dewletan komên xwe ava kirin û bi ser kêmneteweyan de çûn. Mînaka wê jî Sûriyeya piştî sal 2011’an e.
Dema ku hikûmeta navendî ya Beşar Esed lewaz bû, gelek welatên cîhan û hegemon komên xwe li Sûriyê avakirin, lê di armanca wan de kêmnetewe jî hebûn.
Ev yek jî bû sedem ku kêmnetewe komên leşkerî ava bikin û xwe biparêzin. Hinek ji wan jî bi hevre biyara xweparastinê dan û mînaka wê jî HSD ye ku ji zêdetirî 90 koman pêk tê. Her wiha Druziyan Koma Rical El – Kerame ava kir.
Piştî aloziya navxwe ya Sûriyê dibe ku pir kesan nedizanî zêdetirî 17 netewe û taîfe li wî welatî dijîn. Ji ber ku ji hemû mafên xwe hatibûn bêparkirin. Di bin navê Komara Erebî ya Sûriyê de bûn.
Bi hişlweşadina desthilata Esed di 8-12-2024’an de hemû welatiyên Sûriyê kêfxweş bûn û gotin, “Ji Beasiyan xelas bûn, ji dîkteroriyê rizgar bûn’’, lê hin komên girêdayî Wezarata Parastinê ya Sûriyê berê xwe dan kêmneteweyan û li berava Sûriyê êrîşî Elewiyan û li Siweydayê jî êrîşî Druziyên kirin.
Niha welatên Rojava û Amerîka hewl didin wan komkujiyan rawestînin, lê kurt û kurmancî bi daxuyaniyên şermezarkirinê, kuştina kêmneteweyan nayê rawestandin, di vê sedsalê de êdî komên çekdar ku bi pereyan ji bo berjwendiyên welatên din kar dikin û navê cîhadîst li xwe kirine biryarên Neteweyên Yekbûyî û cîhanê ji bo parastina kêmneteweyan binpê dikin.
Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin, hemû alî behsa mafê kêmneteweyan dikin, lê dîsa jî hikûmetên navendî xweseriya wan qebûl nakin û ew yek dibe sedem ku şerê 100 salan ê kêmneteweyan li dijî hikûmetên navendî berdewam bike.
Çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn jî bi avakirina dewletên nenavendî ve pêkan e.
AGAHIYÊN TAYBET LI SER PÊKHATEYÊN ETNÎKÎ Û PÊKHATEYÊN OLÎ
PÊKHATEYÊN ETNÎKÎ:
Ereb: 26 milyon in
Kurd: 3 – 4 milyon
Keldan û Aşûrî û Çerkes: 1.5 - 2 miylon
Tirkmen: 1.5 milyon
Ermen: 100 hezar
Xecer: 100 hezar
PÊKHATEYÊN OLÎ:
Sunne: %80
Elewî: %10 - %12
Xiristiyan: %8 - %10
Durzî: % 2 - %3
Îsmaîlî û şîa: %2
Murşidî: %1
Êzidî: %0.2
Cihû: 9 kes
26/07/2025