ÎTALYAYÊ 3 MILYON DOLAR JI BO SÛRIYÊ PÊŞKEŞÎ WHO’YÊ KIR
Kanal8 02/08/2025
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî got, Ajansa Îtalyayê ya Hevkariya Geşedanê, ji bo pêşxistina kerta tendirustiyê ya Sûriyê 3 milyon dolar pêşkêşî wan kiriye.
Rêxistinê diyar kir, ew fînanse dê di mijarên çavdêriya nexweşiyan, nûkirina taqîgehan li Dîmeşq û Derayê û pêşxistina alavên tendirustiyê de alîkar be.
Li gorî rêxistinê, dê ew eşkerekirina nexweşiyên enfaksyon, zêdekirina pêkanên lêkolînên tendirustî û pêşxistina destwerdana awarte pêş bixin da ku civaka Sûriyê ji belavbûna nexweşiyan biparêzin.
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî got, niha li Sûriyê 16 milyon û 700 hezar kes hewcedarî alîkariyên tendirustiyê ne.
Kanal8
02/08/2025