SEROKÊ YNK’Ê: KOMKUJIYA ÊZIDIYAN DI DÎROKÊ DE RÛPELEKE REŞ E
Serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî ragihand, ew hêvî dikin, Êzidî bi serbilindî vegerin ser war û malên xwe û bi hezkiriyên xwe re şa bibin û got, “herî girîng tazmînata madî û manewî ya malbatên qurbaniyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ye.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di 11'emîn salvegera 3’ê Tebaxê Roja Komkujiya Êzidiyan ji aliyê DAIŞ’ê ve daxuyaniyek weşand.
Serokê YNK’ê diyar kir, di salvegera Komkujiya Êzidiyan li Şingalê de, bi dilekî tije xem ew hevxemiya xwe ji bo xwişk û birayên xwe yên Êzdî dubare dikin û got, “Ev sûcê hovane yê ku ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve hatiye kirin, rûpelek reş e di dîroka mirovahiyê de û tu carî nayê ji bîr kirin.
Bafil Celal Talebanî da zanîn, em hêvî dikin, Êzidî bi serbilindî vegerin ser war û malên xwe û bi hezkiriyên xwe re şa bibin ku ji dema karesatê ve çarenûsa wan nayê zanîn.
Her wiha destnîşan kir ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê piştgiriya xwe ji bo daxwaziyên Êzidiyan berdewam bike, ku ya herî girîng tazmînata madî û manewî ya malbatên qurbaniyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ye. Her wiha dê ji bo, ji nû ve avakirina Şingalê jî bixebite.
03/08/2025