NY: ÎSRAÎL DI DEMA WERGIRTINA ALÎKARIYAN DE FILISTINIYAN DIKUJE

Hanî Hemdîn 16/08/2025

Neteweyên Yekbûyî ragihand, ji dawiya meha Gulanê ve li navendên belavkirina alikariyan li Xezeyê, zêdetirî 1700 kes hatine kuştin. 

Ajansa Parastina Sivîl a Xezeyê ku ji aliyê Hemasê ve tê rêvebirin got, 12 Filistiniyên din, roja înîyê dema ku li benda alikariya mirovî bûn hatine kuştin.

Du roj berê, zêdetirî 100 rêxistinên mirovî nameyeke hevpar îmze kirin da ku Îsraîl astengiyên alikariyê yên ji bo Xezeyê rawestine. Îsraîl jî wê yekê red dike ku alikariyan ji bo Xezeyê asteng kirine.

Li gorî piraniya rêxistinin navneteweyî ku nameya hevpar îmze kirine, wan nikariye alikarî û pêdiviyên jiyanî bigihînin Xezeyê.

Rêxistinên mirovî dibêjin ku rayedarên Îsraîlê daxwaza bi dehan rêxistinên nahikûmî yên mirovî ji bo şandina alîkariyan ji bo Xezeyê red kirine.

Îsraîl diyar dike ku wê alikariya mirovî bide sivîlên li derveyî herêma şer, lê diyar nekiriye ku alikariya mirovî ya wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê pişgirîkirin an na.

Hanî Hemdîn

16/08/2025