LI ERZINGANÊ QEZA; 9 KES BÛN QURBANÎ
Di qezaya trafîkê ya li ser rêya di navbera parêzgehên Erzingan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya di navbera parêzgehên Erzîngan û Sêwazê de yên Bakurê Kurdistanê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, ew 5 birîndar bi rêya ambûlansê ve bo nexweşxaneya dewletê ya Erzînganê hatine veguhastin, rewşa wan a tendirustiyê baş e.
Xizmên qurbaniyan jî dibêjin, mirovên wan ji bo beşdariya ahenga bûk û zava bibin diçûne Sêwazê, lê ew bûyer rû dide.
Li gorî agahiyên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di bûyerên trafîkî yên 6 mehên sala 2025 an de, li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 313 hezar û 868 bûyerên trafîkê rû dane, di encamê wan bûyaran de 130 hezar kes û 320 kesan jiyana xwe ji dest daye, yan jî birîndar bûne û sedemê rûdana bûyerên trafîkê ,ji%80 ajokarên otomobîlan alkolê bikartîn in.
17/08/2025