ŞÎBANÎ Û ŞANDEYEKE ÎSRAÎLÊ LI PARÎSÊ CIVIYAN
Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şîbanî û şandeyeke Îsraîlê bi navbeynkariya Amerîkayê li Parîsê civiyan.
Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz Sûriyeyê Esed Şîbanî li paytexta Fransayê Parîsê bi şandeyeke Îsraîlê re civiya.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de mijarên weke asayîkirina têkiliyên her du welatan, kêmkirina rageşiya li herêmê û bidawîkirina mudaxilekirina karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.
Hat diyarkirin ku Amerîkayê navbeynkariya van hevdîtinan kiriye.
Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA), hevdîtin di demjimêrên şeva sêşemê de hatin kirin. Rayedarên Sûriyeyê gotin, "Armanca hevdîtinan ew e ku li Sûriyeyê ewlehî û aramî çêbibe, parastina yekitî û yekparetiya welat e."
Li gorî çavkaniyên Sûriyeyê, di hevdîtinê de Şîbanî peymana agirbestê ya di sala 1974'an de xistiye rojevê. Di vê peymanê de tê pêşniyarkirin ku di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de herêmên bêpevçûn bên avakirin.
Aliyê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên li Parîsê agahiyên berfireh neda û Îsraîlê jî heta niha têkildarî hevdîtinê ti agahî parve nekiriye.
20/08/2025