WHO: 16.7 MILYON SÛRÎ HEWCEDARÎ ALÎKARIYÊN MIROVÎ NE
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî destnîşan kir, di heman dema vegera penaber û koçberên Sûriyeyê ji bo cihên xwe, bi milyonan welatî hewcedarî alîkariyên tendirustî ne.
Rêxistina li ser malpera xwe ya fermî got, heta niha 7.4 milyon sûrî di nav welat de koçber in û 4.5 li welatên cîran penaber in û jiyeta gelekan yan vegerê heye.
Komîsyara Karûbarên Koçberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de diyar kiribû, ji piştî hilweşîna desthilata Esed ve, 779 hezar û 473 penaber û milyonek û 694 hezar û 418 koçberên sûrî ji derveyî welat vegeriyane warên xwe.
Bi gotina Rêxistina Tendirustiya Cîhanî 16.7 welatiyên Sûriyê hewcedarî alîkariyên tendirustî ne û her wiha di heman dema vegera penaber û koçberan de, başkirina rewşa tendirustî ya navçeyan ji bo wan tiştekî bingehîne.
20/08/2025