ARTÊŞA TIRKIYÊ RÊ DA 206 GUNDÊN AMÊDIYÊ VEGERIN SER ZEVIYÊN XWE
Artêşa Tirkiyê rê da xelkê zêdetirî 200 gundên navçeya Amêdiyê û derdora wê li sînorê parêzgeha Duhokê ku ji bo demek diyarkirî vegerin ser mal û zeviyên xwe.
Nûçegihanê KANAL8ê ragihand, piştî demek dirêj, îro yekşemî artêşa Trikiyê rê da xelkê 206 gundên navçeya Amêdiyê ku di navbera 10 heta 15 rojan de vegerin ser mal û zeviyên xwe.
Li gorî Nûçegihanê KANAL8ê, ji wan 206 gundan, gundên Mijê, Girgaşê, Kevne Mijê, Guherzê, Bilave, Bercî, Spîndarê, Gîzê, Êkmale, Biyê, Zêwka, Ridênî û Sarkê hene.
Ji ber şer û pevçûnên salên bihurî yên navbera artêşa Tirkiye û PKK’ê, 206 gundên sînorê Amêdiyê hatibûn naçarkirin ku mal û zeviyên xwe vala bikin û ji navçeyê dûr bikevin.
Artêşa Tirkiyê bi hinceta rûbirûbûna PKK’ê, di salên bihurî de rê nedida şêniyên wan gundan serdana zeviyên xwe bikin.
24/08/2025