ÇIYAKURD: TIRKIYE JI NAVBEYNKARIYA FRANSA Û AMERÎKAYÊ DITIRSE

Hêriş Celal 24/08/2025

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd got, "Têkiliyên me û Desthilata Demkî ya Şamê, berdewam in û guftûgoyên me hene, lê bê guman heta niha pêşketineke ciddî di rêkeftina 10’ê Adarê de çênebûye."

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiyakurd pirsên KANAL8’ê yên derbarê rojevê bersivandin.

Hin derdor diyar dikin, têkiliya navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê têk çûne. Hun têkiliyan çawa dinirxînin?

Silav û rêz ji bo we û hemû temaşevanên hêja. Derbarê têkiliyên me û Desthilata Demkî ya Şamê, têkilî berdewam in û guftûgoyên me hene û ranewestiyane, lê bê guman heta niha pêşketineke ciddî di rêkeftina 10’ê Adarê de çênebûye. Di wê çarçoveyê de tifaqa Helebê çêbû û hinek gav hatin avêtin, lê heta niha ti guftûgoyên ciddî ji bo pêşxistina tifaqa 10’ê Adarê çênebûne. Sedema wê jî tê zanîn ku helwesta Desthilata Demkî ya Şamê ye. Helwesteke tund e. Helwestek e vebûn û guhertinê qebûl nake. Dixwaze di helwesteka xwe de îsrar bike. Di çarçoveya desthilateke navendî de dixwaze saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên leşkerî, ewlehî, siyasî û îdarî di nava xwe de hel bike daku tevlî saziyên dewletê bibin. Em jî vê yekê weke pirsgirêkekê dibînin û ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Em dibêjin, divê entegrasyona ku çêdibe bi awayekî demokratîk û temamkirî be. Li ser vî esasî em dikarin lihev bikin. Wate li ser esasê hevpariyê ne li ser esasê helandinê. Ne ku dest ji îrade, nasname û mafên xwe berdin. 

Tê gotin, Rêveberiya Xweser girêdayî rêkeftinan nabe, lê di pratîkê de diyar dibe ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê girêdayî rêkeftinan nabe. Bi nêrîna we aliyê xemsar di vê navberê de kîjan e?

Bi rastî ev yek pir zelal e. Hikûmeta Demkî ya Şamê gelek caran tifaqa 10’ê Adarê binpê dike. Du rojan beriya îmzekirina tifaqê, ragihandina destûrî eşkere kir. Bi ragihandina destûrî re du xalên tifaqa 10’ê Adarê binpê kir. Yek ev bû ku divê mafên gelê Kurd di destûrê de werin misogerkirin. A din jî ev e ku divê hemû aliyên Sûriyê tevlî pêvajoya siyasî û pêvajoya veguhêz bibin. Lê ev yek hemû li berçavan re nehatin girtin. Tenê yekalî ew gav hate avêtin. Dûv re avakirina hikûmetê bi yekalî çêbû. Her wiha komîte ji bo hilbijartinên parlamentoyê hate avakirin. Ew hemû li derveyî nêrînên me bûn. Li derveyî lihevkirinan bi me re bûn. Bêyî ku bi me re gouûbêjan bikin, bi awayekî yekalî ew xebat hatin meaşandin. Peymana ku me kiribû ne bi vî awayî bû. Divê bi şêwir û nîqaşan, bi hevparî guhertin werin kirin. Bê guman ev mijareke esasî ye. Li aliyekî din dema me peyman îmze kir, nêrîna wan bi awayekî din bû, lê niha ji bo entegrasyona saziyan bi hikîmetê re nêrînên cuda tînin ziman. Weke ku li peymana 10’ê Adarê dizîvirin û gotinên wan ên wê demê û niha hev nagirin. Li aliyekî din mijareke din heye. Aliyeke din ku nahêle Hikûmeta Demkî ya Şamê girêdayî peymana 10 ‘ê Adarê be, ev e ku bê biryar û îrade ye. Nikare peymanê pêk bîne. Rasterast talîmatên xwe ji Tirkiyê digire. Tirkiye di vê mijarê de xwedî bandoreke mezin e. Gelek astengiyan çêdike û bêyî Tirkiyê nikare di vê mijarê de xwe bilivîne û gavekê bavêje. 

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê amadekariyên hilbijartinan dike, lê biryar hate dayîn ku li parêzgehên Heseke û Siwêdayê hilbijartin werin paşdaxistin. We nexwest li navçeyên Rêveberiya Xweser hilbijartin werin pêkanîn an jî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi hinceta nebûna ewlekariyê hilbijartin paşdaxist? 

Di rastî de ti tifaqek me li ser vê hilbijartinê çênebûne. Ev xebat bi awayekî yekalî ji aliyê Hikûmeta Şamê ve tê rêvebirin. Em vê yekê weke şêwazeke nedemokratîk dibînin. Li gorî nêrîna me divê şêwaz û mekanîzmeta vê hilbijartinê li berçavan re werin derbaskirin. Ji nû ve bi aliyan re tifaq bê kirin û komîte were avakirin. Ji bo ku bi şêwazeke demokratîk û guncaw pêş bixînin da ku bikarin di şert û mercên zehmet de hilbijartineke maqûl û demokratîk pêk were, lê ev tişt yek jî nehate kirin. Bê guman eger em di nav de nebin, Em ne di nava tifaq û nîqaşan de bin, Nêrîna me nehatibe wergirtin û me lihev nekiribe, em girêdayî encamên hilbijartinan nabin. Bê guman dê li herêmên me jî ti hilbijartin neyên kirin. Ji ber ku herêmên me ne di bin kontrola wan de ne. Bandora wan li ser herêmên me nîne û nikarin hilbijartinan pêk bînin. 

Gelo li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Kobanê hilbijartin nayên pêkanîn?

Eger tifaq neyê kirin, hilbijartin çênabe. Raste ew ê çênebin. 

Welatiyên Rojavayê Kurdistanê kêfxweş bibûn ku wê li Parîsê civîneke girîng bihata lidarxistin. Navbeynkar Fransa û Amerîka bûn, lê civîn pêk nehat. Hikûmeta Şamê dibêje civîn hatiye betalkirin û nayê lidarxistin. Gelo we amadekariyên civînê kiriye, ger li Parîsê jî nebe?

Em weke prensîb hertim ji bo diyalogê amade ne. Em niha jî ji bo civîna Parîsê amade ne. Civîn li her welatekî din be em amade ne û cihê civînê ji bo me nabe pirsgirêk. Ji ber ku em cidî ne, xwedî biryar û îrade ne. Em dixwazin vê diyalogê pêşve bibin û bigihijin tifaqekê bi Hikûmeta Demkî ya Şamê. Em civîna ku biryar bû li Şamê bihata lidarxistin girîng dibînin. Ji ber ku navbeynkarên weke Amerîka, Fransa, Brîtanya û yên din jî di civînê de amade dibûn. Di diyaloga navbera aliyên Sûriyê de pêwîste navbeynkarên navdewletî jî hebin. Divê welat û NY jî di civînan de amade bin. Ji ber ku pirsa Sûriyê bi rastî jî bûye pirseke navdewletî. Aliyên Sûriyê bi tenê nikarin li hev bikin. Bi taybetî ku Desthilata Demkî ya Şamê di bin bandora Tirkiyê de ye û siyaseta Tirkiyê gelek bandoriyê li ser Şamê çêdike.  Ji ber wê nikare gavan biavêje. Bi fişar û zexta Tirkiyê neçûn Parîsê û di civînê de amade nebûn. Li gorî me ev yek cihê mixabiniyê ye û pirsgirêkan kûr dike. Wê nehêle sûrî di nava xwe de bigihin tifaqekê. Lew re em dibêjin, çi Tirkiye û çi dewleteke din, nabe ji bo rawestandina diyalogan destwerdanên bi vî awayî bike. Berûvajî divê her kes destekê bide aliyên Sûriyê û aliyê Sûriyê bikaribin li gorî berjewendiyên xelkê Sûriyê lihev bikin. Bi wî awayî piştgîriyê bidin gelên Sûriyê. Em dibêjin destwerdaneke neyênî di rewşa Sûriyê de wê nebaş û nerast be û divê Tirkiye ji nû ve siyaseta xwe li berçavan re derbas bike. Tê fêmkirin ku Tirkiye dixwaze danûstandinên me û Şamê di bin kontrola wan de bi rê ve biçin daku nêrîna xwe ya ji bo çareseriyê ferz bike û li derveyî wê Şam ti gavan neavêje. Rejîma Tirkiyê ji navbeynkariya Fransa û Amerîkayê ditirse, ji ber wê yekê hin tiştan li ser Desthilata Demkî ya Şamê ferz dikin.

Têkiliya we û hikûmeta Tirkiyê çawan e? Hevdîtinên we yên rasterast bi hev re çêdibin?

Belê rast e, hinek caran danûstandin çêdibin, lê ne di astên tên xwestin de ye. Hinek pirsgirêk û mijarên girîng tên nîqaşkirin, lê divê hêj jî ew nêrîn û diyalog pêş bikevin ku em bikarin hemû pirsgirêkên navbera xwe de çareser bikin. 

Hêla we ya sor sîstema nenavendî ye. Armanca wê ev e ku hemû pêkhateyên Sûriyê di Sûriyeya nû de cihê xwe bigirin. Civaka navdewletî di mijara nenavendîbûnê de piştgîriya Rêveberiya Xweser dikin? 

Projeya Rêveberiya Xweser li ser asta cîhanê û navdewletî de xwedî qebûlkirineke mezin e. Wate weke projeyeke guncaw dibînin. Ev proje li ser esasê jiyana gevpar a pêkhateyan ku hemû pêkhate tevlî vê projeyê ne, tevlî navenda biryarê ne ava bûye. Hemû weke rojeyeke siyasî guncaw dibînin. Bi rastî jî destek dikin. Der barê diyalogê û tifaqa me bi Desthilata Demkî ya Şamê, heta niha kesî zext li Şamê nekiriye. Heta niha jî helwesteke siyasî der barê sîstema nenavendî û federal ji bo Şamê pêş neketiye. Em gumanên wan jî fêm dikin ku dixwazin di demekî kin de tifaqê çêbikin ku xelkê Sûriyê bi hev re bin û xelkê Sûriyê di nav xwe de biryarê bidin. Çawa tifaq bikin û li ser himekî çawa li hev bikin. Wê biryarê ji xelkê Sûriyê re dihêlin. 

Hêriş Celal

24/08/2025