BEŞTAŞ: ZIMANÊ KURDÎ NÎŞANEYA PIRSGIRÊKA KURD E
Meral Daniş Beştaşê got, dibe hefteya bê şandeya komîsyonê serdana Abdullah Ocalan bike û got, divê piştî guhdariya aliyan, komîsyon gavên pratîkî biavêje.
Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û Parlamentera Partiya DEM’ê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan Meral Daniş Beştaş ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got dibe hefteya bê şandeya komîsyonê serdana Abdullah Ocalan bike û got, divê piştî guhdariya aliyan, komîsyon gavên pratîkî biavêje.
Beştaşê di hevpeyvîna xwe de mijarên girîng ên pêvajoya çareseriyê axivî.
Beştaş diyar kir ku dibe heftiya pêşiya me şandeya komîsyonê serdana Îmraliyê bike û got, kesê ku divê dewlet pê re biaxive Ocalan e, ji ber ku muxatebê pêvajoyê ew e.
Endama Komîsyonê Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku rakirina astengiyên li pêşiya serbestberdana girtiyên nexweş û serbestberdana girtiyên ku cezayên wan dirêj bûne dê bi awayekî erênî bandoriyê li pêvajoyê bike û naskirina mafê hêviyê jî dê bibe sedema vegerandina serdestiya yasayê.
Beştaş balkişande ser pirsa guhertina yasaya tekoşîna li dijî terorê û got, guhertina yasaya terorê dê ji bo pêşveçûna demokratîk a pêvajoyê gaveke girîng be.
Meral Daniş Beştaş astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî di civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de jî rexne kir û got, cudakariya ku em bi salan e behsa wê didin, bi astengkirina axaftina bi zimanê Kurdî careke din jî derket holê. Zimanê Kurdî sembola pirsgirêla Kurd e û divê parlamento çavdêriya mijarên wiha hestiyar bike.
Li aliyekî din tê zanîn, vê heftiyê civînên komîsyonê destpê bikin û şandeya DEM’Ê jî serdana Ocalan bike.
26/08/2025