DFG'YÊ RAPORA MEHA TEBAXÊ EŞKERE KIR
DFG’ê da zanîn ku di meha Tebaxê de derbarê 4 rojnamevanan lêpirsîn hatiye vekirin, gef li 2 rojnamevanan hatiye xwarin û di meha Tebaxê de 33 rojnamevan girtî ne.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafan a Meha Tebaxê eşkere kir.
DFG’ê got, “Di meha Tebaxê de 2 rojnamevan bi êrişan re rû bi rû man, kesekî li dijî Ofîsa Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê êrişa çekdarî pêk anî.
Di meha Tebaxê de şopandina nûçeyan a 2 rojnamevanan hate astengkirin û gef li 2 rojnamegeran hate xwarin.
Astengkirina Malperan
DFG’ê destnîşan kir ku yek ji mijara derketî pêş jî astengkirinên xwegihandina nûçeyan bûye û wiha domand: Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) di meha Tebaxê de hesabên Instagramê ya Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê ku bi Kurdî weşanê dikin, hesabê Instagramê yê rojnameya Yenî Yaşamê û KAOS GL’ê asteng kir. Her wiha saziya navborî hesabên X’ê yê Ajansa Nûçeyan a Firatê û Ajansa Nûçeyan a Etkînê jî jixwegihandinê re asteng kir. Di vê meha bihûrî de xwegihandina malpera Rojnameya Yenî Demokrasiyê jî hate astengkirin. Di meha Tebaxê de 32 malperên înternetê, URL’ên 7 nûçeyan û 43 heabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. RTUKê cezayê reşkirina ekranê ya 5 rojan li televîzyona TELE1’ê birî û 5 caran jî cezayê sekinandina bernameyê birî.
Binpêkirinên li dijî Rojnamevanan
- 2 rojnameger û avahiyeke rojnameyê rastî êrişê hatin.
- Gef li 2 rojnamevanan hate xwarin û 2 rojnamevan dema nûçe dişopandin hatin astengkirin.
- Derbarê 4 rojnamevanan de lêpirsîn hate destpêkirin.
- Darizandina 7 rojnamevanan domiya.
- Li girtîgehan niha 33 rojnamevan hene û karê 13 rojnamegeran hate bidawîkirin.
- Ji bo TELE1’ê 5 caran cezayê sekinandina bernameyê û 5 rojan jî reşkirina ekranê hate birîn.
- 32 malperên înternetê hatin girtin û xwegihandina 7 nûçeyan hate astengkirin.
- 43 hesabên medyaya dijîtal û parvekirin hatin astengkirin.
01/09/2025