LI EFXANISTANÊ ERD HEJIYA Û 800 KES MIRIN

Hanî Hemdîn 01/09/2025

Li Efxanistanê erd hejiya û di encamê de 800 kes mirin û du hezar û 500 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Hikûmeta Talîbanê Zebîhullah Mûcahîd di civîneke çapemeniyê de ragihand, di encama erdheja li eyaleta Kunarê de zêdetirî 800 kes mirin e û zêdetirî du hezar û 500 kes jî birîndar bûne.

Mûcahîd destnîşan kir, 100 milyon efganiyan nêzîkî 1.3 milyon dolar ji bo zirarmendên erdhejê veqetandine û heke pêwîst be ev alîkarî dê were zêdekirin.

Her wiha tekez kir, tîmên alîkariyê hîn negihîştine hinek naveçyên erdhejê û dibe, hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Navenda erdhejê li herêmeke çiyayî ya dûr e. Ev yek jî hewlên alîkariyê dijwar dike. Karbidest dibêjin, hin gund bi tevahî wêran bûne. 

Li gorî Saziya Jeolojîk a Amerîkayê, erdhej bi pileya şeşan, li gorî pîvana Rişterê, derengiya şevê li rojhilatê Efxanistanê nêzî sînorê Pakistanê di kûrahiya heşt kîlometreyan de qewimî.

Hanî Hemdîn

01/09/2025