HEVSEROKÊ DEM PARTIYÊ MIJARÊN DI ROJEVÊ DE NIRXANDIN

Hêriş Celal 02/09/2025

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan mijarên di rojevê de ji KANAL8'ê re nirxandin û da diyarkirin ku divê tecrîda li ser Ocalan rabe û got, "Gava yekemîn ku divê komîsyon, desthilat û rêveber biavêjin, berdana girtiyan e."

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan pirsên KANAL8'ê bersdivandin. Tevahiya hevpeyvînê wiha ye:

Beriya du mehan jî hûn li Silêmaniyê bûn. Di merasîma çekşewitandina PKK’yê de amade bûn. Ew pêvajo niha di çi astekî de ye? Li gorî nêrîna we, pêvajo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çawa dimeşe?

Bê guman du meh berê jî em li Silêmaniyê bûn. Em ji bo tiştekî gelek girîng hatibûn. Me şahidî ji bo bûyereke dîrokî kir. Ji Tirkiyeyê tevlîbûneke zêde çêbû. Merasîmek hate lidarxistin ku dawî li tudî û şerê 50 salan dianî. Di rastiyê de hemû cîhanê şahidiya wê yekê da. Piştre çi bû? Li parlamentoyê komîsyonek hate avakirin. Ew jî dîrokî û girîng bû. Ji bo cara yekemîn komîsyonek li parlamentoyê ku  pirsa Kurd gotûbêj dike ava bû. Komîsyonek ava bû ku pêşengiyê dike. Piraniya partiyên Tirkiyeyê di nava komîstonê de cihê xwe digirin. Hun jî wê qebûl bikin ku em gotûbêjê der barê meseleyeke 100 salî û mijarekê dikin ku nikare di nava çend mehan de bigihije encamê. Bi giranî dimeşe. Astengiyên zêde nînin. Niha zemîneyek ku pêvajoyê xerab bike nîne. Ji bo were lezkirin û bikeve ser rêya yasayî, partiya me xebatê dike. Niha li Tirkiyeyê piştgîriyeke berfireh ji bo pêvajoyê heye. Derdora Ji sedî 70’ê civaka Tirkiyeyê diyar dike ku ev pirsgirêk divê bi rêya gotûbêj û diyalogê çareser bibe. Ev jî derfet û şansek e. Êdî piraniya civakê dibêje, bila ev meseleya 100 salî were çareserkirin. Ji ber vê girîng e. Partiya me kar dike. Me 2 hezar civîn pêkanîn. Ji Deryaya Reş heta Tiraqyayê. Bi jinan heta ciwanan re. Me bi hemû dînamîkên civakê re hevdîtin kir. Me ev pirs ji wan re nirxand. Me rexne û pêşniyarên wan wergirtin. Me pêvajo bi wî awayî nirxand. Di demên pêşiya me de dema parlamento vedibe, eger komîsyon pêvajoya guhdariyê biqedîne, dibe em bikevin nava pêvajoya yasayî. Hêviya me ev e. Em piştgîrî dikin û ji bo ku pêvajo sebikeve, em weke DEM Partiyê hemû erk û misyona xwe bi başî pêk tînin. 

Hikûmet û partiyên Herêma Kurdistanê piştgiriyeke zêde dan pêvajoyê. Hûn rola hikûmet û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di pêvajoya çareseriyê de çawa dinirxînin?

Rêveberiya Herêma Kurdistanê roleke mezin lîst. Di serî de merasîma ku li Silêmaniyê pêk hat, gelek bi wate û girîng bû. Bi taybetî ji ber xebata wan, em YNK’ê û Serokê YNK’ê birêz Bafil Talebanî pîroz dikin û spas dikin. Di encamê de em hemû kurd in. 100 sal berê em kirin çar perçe. Beşek me bi farsan, beşek bi tirkan û beşek jî bi ereban re jiyan dikin, lê di encamê de em civatek û civakek in. Em hemû bi zimanekî diaxivin. Bi taybetî gotûbêja li ser pirsa perçeyekî li perçeyekî din divê were piştgîrîkirin. Piştgîriya ji bo pêvajoyê li Silêmaniyê, YNK’ê, Rêveberiya Herêma Kurdistanê, birêz Bafil Talebanî, Birêz Nêçîrvan Barzanî û partî û kesayetiyan gelek bi nirx û girîng bû. Çawa ku dilê Kurdên Tirkiyeyê ji bo Kerkûkê lêdixe, çawa ku Kurdên çar perçeyan ji bo rojava di nava hevgirtinekê de ne, di mijara çareseriya vê meselê de jî, nêrîna hevpar a kurdan jî gelek binirx û girîng e. Ger em piştgîriya hev bikin, hevgirtin çêbibe, em di çareseriya pirsên hevdu de roleke avaker bilîzin, em ê ev qas zû bigihijin mafên demokratîk ên gelê Kurd. Piştgîriya partî û aliyên kurdî gelek bi nirxe.

Dibe careke din proseya çekdanîna endamên PKK’yê dubare bibe. An jî ev pêvajo niha di çi astekî de ye?

Di vê mijarê de jî tiştekî wiha heye! Dibe hin tişt hebin ku em agehdar nebîn jî, ji ber ku aliyekî pêvajoyê dewlet e, birokrasiya dewletê ye,  aliyekî din jî PKK ye, bi taybetî mijara çekberdanê dê çawa pêş bikeve, bi çi lezekê bimeşe, hinekî girêdayî wan du aliyan e û dikarim bêjim ew dê awayê wê pêvajoyê diyar bikin, lê bê guman destpêkek pêk hat û destpêkeke girîng bû. Ji bo berdewamiya wê, divê li Tirkiyeyê bingeha wê were danîn. Komîsyona parlamentoyê dibêje ew ê yasayekê ji bo mijara çekdanînê amade bikin. Eger ew yasa werin amadekirin, dibe mijara çekdanîn an jî çekşewiyandinê bi awayekî lezgîn dimeşe.

Niha komîsyonek hatiye avakirin û pêvajo hêdî hêdî dimeşe. Çima heta niha jî artêşa Tirkiyeyê operasyonên xwe li dijî endamên PKK’yê ranawestîne? Hêj jî êrîş tên pêkanîn. Hun dikarin di komîsyon an jî parlamentoyê de tiştekî bikin ku operasyon werin rawestandin?

Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkanîna operasyonan şaş e. Em gotûbêjê derbarê meseleyeke 100 salî dikin. Em der barê çareseriya pirseke 100 salî diaxivin. Pêvajoya ku li ser banga birêz Ocalan ya hilweşandina PKK’ê û çekdanînê gelek bi nirx û girîng e. Tiştê ku her alî dikarin bikin ev e: lêzê bidin pêvajoyê, ziman û pratîkek bê bikaranîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê be. Li aliyekî diyalog û li aliyekî din derxistina şûrê li kalanê tiştekî ne rast e. Me erkek heye ku em şûr bikin nav kalan û pêvajoyê bigihînin encamê. Erka me hemûyan, a hemû partiyan û komîsyon jî di nav de, desthilata ku welat rêve dibe jî di nav de ev e. Bi taybetî operasyon piştgîriyê nade pêvajoyê, rewşeke li dijî pêvajoyê ye. Kî şûr li kalanê derxîne em rexne dikin. Bi taybetî ku ev pirsgirêk ji ber şer berdewam kir, eger bi şer çareser bibûya, heta niha çareser dibû. Eger îro komîsyonek ava bûye, hemû partiyên siyasî li dora komîsyonê kom bûne û gotûbêjê derbarê çareseriyê dikin, divê êdî şûr û çekan deynin aliyekî û êdî balê bikşînin ser çareseriyê. Em hertim diyar dikim ku li dijî operasyonan in. Eger bi operasyonan çareser bibûya, niha bi dehan caran çareser dibû. Eşkereye heta îro, operasyon, şer, tundî, nekarîn vê pirsê çareser bikin, divê vê deynin aliyekî. Em di vê baweriyê de ne.

Komîsyona Parlamentoyê bi dayikên Kurd re hevdîtin kir, lê axaftina bi zimanê Kurdî hat astengkirin û ew yek bû sedema bertekan. Di demekî de ku wergêr jî hebûn. Çima rê nedan dayik bi zimanê xwe biaxivin? Hûn derbarê vê çi dibêjin?

Niha li wir jî, diviyabû komîsyon bi zimanê dayîkê, guhdariya dayikan bikira ku zarokên xwe windakirine, di girtîgeh û sirgunê de ne. Bi nêrîna min ketin nav kêmasiyekê. Pêvajoyek heye, behsa aştiyê tê kirin, bi nêrîna min divê parlamento di serî de bi zimanê kurdî re aşt bibe. Berê jî dema bi kurdî diaxivîn, denga me qut dikirin. Ji ber wê komîsyonê dikarî wê yekê çareser bike. Dayikên me dikarin bi zimanê dayikê biaxivin. Hevalên me dikarîn wergêrê bikin. Dikarin beriya wê wergêrekî bînin. Ziman welat perçe nake. Kurdî welat perçe nake. Berovajî zimanê Kurdî, zimanê dayikê bi demokrasiyê re lihev tê. Bi bihevrejiyanê re lihev tê. Bi kêrî biratiyê tê. Dikare têgehên dijî hev û biryarên pêşwext ên neyênî bişkîne. Me ew rexne kir. Hêvî dikim di demên pêşiya me de ev rewş û rewşên bi vî rengî, komîsyona di parlamentoyê de jî ava bûye jî di nav de, astengiya li pêşiya zimanê dayikê dema guhdariya mirovan dikin bê rakirin. Bi awayekî avaker û helwesteke baştir were raberkirin. Civak me rexne dike û dibêje ku em nekarin bi Kurdî biaxivin, ev çi pêvajo û aştî ye. Berteka xwe bi vî awayî diyar dikin. Ma çi li wê binirxtir heye ku kesek bi Kurdî an bi zimanekî din di qadeke din de biaxive. Giringidan bi ziman, çand, hurmeta li hember wan, avakirina zemîna vê yekê, wê piştgîriya civakê ji bo pêvajoyê zêde bike. Gumanên civakê wê nemînin. Mirov bi guman in. Gumanên wan ne li me ne. Rêyek tenê ji bo rejîmê heye ku gumana mirovên heta niha dihatin redkirin û tunedihesibandin li ser pêvajoyê nehlê, ev jî rakirina astengiya li pêşiya bikaranîna zimanê wan e. Hêvî dikim di demên pêşiya me de tiştên bi vî awayî neqewimin. Hêvî dikim rexneyên der barê rewşên weke komîsyonê li hember dayikan û bertekên li dijî wê liber çavan werin girtin.

Heta niha komîsyon heft caran civiyaye. Tê gotin komîsyon tenê ji bo çekdanîna PKK’yê hatiye avakirin. Baş e komîsyon an parlamento wê çawa mafên Kurdan bi yasayê misoger bike. Wê bi yasayên demjimêr ev maf werin misogerkirin?

Em hêj di xala destpêkê de ne. Hêdî hêdî em pêş dikevin. Bê guman komîsyon xwedî erkên girîng e. Bi çekdanînê re, pirsa tevlîbûna hêzên çekdar di jiyana civakî û siyasetî de heye. Mijareke din a vegera wan kesan e ku ji ber vê pirsê ceza li wan hatiye birîn û li sirgunê ne. Her wiha pirsa serbestberdana wan kesan bi rêya yasayê ye ku ji ber vê pirsê hatine girtin. Bi nêrîna min divê ev mijar di destpêka xebata komîstonê de bin, lê pirsgirêka Kurdan tenê ji wan tiştên ku min gotin, pêk nayê. Pirsgirêka Kurdan, pirsgirêka maf, demokrasiyê ye û tiştên din hevpar bi tiştên ku min gotin re divê werin meşandin. Li Tirkiyeyê bi tenê pirsgirêka Kurdan nîne, di heman demê de pirsgirêka,  maf, demokrasî û dadmendiyê jî heye. Ev komîsyon dema di mijara pirsgirêka Kurdan de gavan diavêje, bi hevparî di mijara demokratîzekirina Tirkiyeyê de jî, divê sererastkirinan bike û gavan biavêje. Civakê bi hiqûq, demokrasî û azadiyan re garantî bike. Ger komîsyona parlamentoyê tenê der barê çekdanînê û encamên wê xebatê bike, wê kêmasî derkevin holê. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên ku ev 100 sal in kom bûne hene. Eger em vê meselê bikin amûrek ku li aliyekî encamên ji ber şer derketine ji holê rakin û li aliyekî din, bi hevparî pirsgirêka Kurdan, ziman, çand, demokrasî, aborî, hawirdor, jinan û pirsgirêkên bi wî rengî çareser bikin, wê bi kêrî demokrasiya Tirkiyeyê were. Wê bi kêrî 86 milyon hemwelatiyan were. 

Civakek bi zimanê xwe dikare xwe îfade bike. Beriya demekê li Bakurê Kurdistanê anketek hatibû kirin. Li gorî encama anketê %23 ji xelkê Bakurê Kurdistanê nizanin bijardeyên zimanê Kurdî hene! Niha vekirina dibistanan nêzîk bûye. Partiyên siyasî dikarin çi bikin ji bo Kurd bizanin bijardeyên zimanê Kurdî hene daku zarokên wan hînî zimanê Kurdî bibin?

Ev pirseke gelek girîng e. Spas dikim. Niha jiyana Kurdên li Tirkiyeyê dijîn, ne weke jiyana Kurdên li Silêmaniyê û Hewlêrê dijîn e. Li wir axaftin û perwerdehî û û bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî fermî qedexe ye. Heta demek nêzîd jî di dadgeh û parlamentoyê de axaftina bi Kurdî qedexe bû. Ji bilî Tirkî, hemû zimanên din qedexe ne, ev yek şaş e. Bi taybetî em dixwazin girîngiya perwerdehiya bi zimanê Kurdî eşkere bikin. Çawa dê formolek ji bo wê were dîtin. Di serî de Kurd, divê bersiva daxwaziyên hemû kesên ku dixwazin bi zimanê dayika xwe biaxivin, ên dixwazin perwerdeyê bibînin, were dayîn. Divê bi yasayekê were garantîkirin. Nikarin bêjin, baş e herin mala xwe bi Kurdî biaxivin û hîn bibin! Divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Divê di qadê aborî, civakî û siyasî de were bikaranîn. Divê astengiyê pêşiya wê werin rakirin. Berûvajo hemwelatî  li dû wê yekê nînin ku tenê di malê de zimanê xwe bikar bînin. Eger wiha bûya ev pirsgirêk dernediketin holê. Mirovan ji bo zimanê xwe berxwedan kir û berdêl dan. Mirov ji bo zîndîkirina zimanê xwe di girtîgehan de ne. Di girtîgehan de êşkence dîtin. Mirovan ji bo zimanê wan ê dayikê fermî bibe berdêlên giran dan. Bi taybetî bingehekî sereke yê aştiyê ev e ku divê formolek di mijara ziman, azadiya ziman de bê dîtin. Di vê mijarê de DEM Partî di serî de derbarê perwerdehiya zimanê dayikê û gelek qadên din dixebite. Kengî dema wê yekê hat, em ê derbarê vê mijarê nêrîn û pêşniyarên xwe bi raya giştî re parve bikin, lê ziman, çand, huner, zîndîbûn û zîndîkirina wan, yek jî daxwaziyên sereke yên me ne. Di demekî nêz de em ê vê mijarê bînin rojevê. Em ê gotûbêj bikin. Nêzîkatiya li hember ziman, nêzîkatiya li hember aştiyê ye. Nêzîkatiya li hember zimanê dayikê, nêzîkatiya li hember Kurdan e. Li kîjan devera cîhanê bikaranîna zimanê dayikê ya mirovan qedexe ye. Ma tiştek wiha dibe. Mînak li Iraqê, erebî jî fermî ye, mirov dikarin Kurdî û zimanê din jî biaxivin, perwerdeyê bibînin û hîn bibin. Li Iraqê mirov dikarin, bi nasnameya xwe, zimanê xwe bi azadî bikar bînin. Li Tirkiyeyê ku xwe weke welatekî demokratîk dibîne û li navçeyê yek ji welatên herî pêşkeftî ye, bi nêrîna min divê vê pirsê êdî çareser bike. Li cîhanê pirsgirêkên bi vî awayî çawa çareser bûn, em jî dikarin weke wan vê pirsê gotûbêj û çareser bikin. 

Dê di Cotmehê de parlamento vebe. Hin mijar hene ku divê zû kar li ser wan bê kirin. Divê hin mijar bi yasayan yekalî bibin. Weke pirsa girtîyên siyasî. Girtiyên nexweş. Ji ber ku rewşa wan nebaş e. Gelo em ê di demekî nêz de bibin şahidê serbestberdana girtiyên siyasî û nexweş?

Bê guman, gava yekemîn ku divê komîsyon, desthilat û rêveber biavêjin, berdana girtiyan e. Ew girtiyên siyasî ne ku ji ber nêrînên xwe hatine girtin. Encama vê pêvajoyê ev e ku divê girtiyên siyasî werin berdan. Dixwazim eşkere bikin ku di demên pêş de komîsyon wê zemîna yasayî ya wê pirsê jî amade bike. Beriya mijarên din ev tê. Werin em beriya her tiştekî pirsgirêkên girtîgehan çareser bikin. Bawer bikin! em rojane 3-5 cenazên kesên xwe derdixînin! Girtîgehan %40 kapasîteya xwe derbas kiriye. Pirsgirêkên girtîgehan beriya her tiştî ne. Divê çareseriyek jê re were dîtin û em hertim vê yekê tînin ziman. Ev mijar hevdem bi vekirina parlamentoyê re, em ê hewlên xwe ji bo avêtina gavan di vê mijarê de berfireh bikin. 

Piştî mehekê ji rawestandinê, bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat. Bi nêrîna we dê hevdîtin bi Ocalan re berdewam bikin ku ew yek dibe sedem ku pêvajo lezgîntir bimeşe?

Rojên çûyî min û Hevseroka me Tulay xanim jî me anî ziman ku bi kêfa xwe weke şêreyê avê mehekê hun ê vekin û mehekê bigirin, pêvajo bi wî awayî nameşe. Eger hun dibêjin yek ji aktorên sereke birêz Ocalan e, divê tecrîd were rakirin. Divê parêzer û malbata wî biçin. Partiyên siyasî û komîsyon biçe. Kesên birêz Ocalan rexne dikin û ên piştgîriya pêvajoyê dikin, divê herin. Divê kesên rexne û pêşniyarên wan der barê dahatû de hene biçin li wir binirxînin. Wate di pêvajoyekê de ku em behsa aştiyê dikin, hiştina birêz Ocalan di 12 metreçargoşeyekê de, hizr û fikra kê ye? Em di vê mijarê de zehmetiyê dikşînin. Edî nabe li wir bimîne. Birêz Baxçelî bi xwe got. Got, di çarçoveya mafê hêviyê de dikare were û li parlamentoyê biaxive. Madem em behsa aştiyê dikin, divê jiyan, tendirustî û şert û mercên pêwendiyê yên Ocalan werin başkirin. Êdî divê behsa mafê hêviyê were kirin. Eger em ê aşt bibin, li aliyekî mase hebe û li aliyekî birêz Ocalan di girtîgehê de be, bawer bikin ku hemû civak dê li ser pêvajoyê bi guman be. Bi awayekî neyênî wê nêzî wê bibe. Ji ber wê divê şert û mercên pêwendî, tendirusî, ewlehiyê yên birêz Ocalan werin başkirin. Karên ciddî ji bo dayîna mafê hêviyê bê kirin. Êdî birêz Ocalan divê bi civakê, bi civaka xwe re bingeha jiyanê ava bike. Bêle em çareser bikin, lê birêz Ocalan di hicreyê de be! Em çareser bikin, lê bila neaxive! Çareser bikin, lê di nava tecrîdê de be. Çareser bikin, lê di nava hicreyeke 12 metreçargoşeyê de bimîne! Li çi cihekî cîhanê tiştek wiha nîne. Di hemû pêvajoyên çareseriyê de, aktor li aliyekî masê rûdinên. Azadiya xwe bi dest dixe. Bi civakê re têkiliyê datîne û siyasetê dike. Li gorî nêrîna min Tirkiye divê dersê ji şer û aştiyê yên ku ev 100 sal in didome dersê bigire. Wate li aliyekî çareserî û li aliyekî tecrîd nabe. Mehekê em ê bihêlin hevdîtin çêbe û mehkê dilê min giran e û rê nadim! Wiha nabe. Divê ev yek were derbaskirin. Erk û berpirsyariya mezin li ser milê me hemûyan e. Em weke DEM Partiyê girîngiyê didin vê pirsê. Dixwazim bêjim ku di demên pêş de em ê vê mijarê jî bikin rojev. 

Em werin ser pirsa Rojavayê Kurdistanê. Li Bakur tiştek çêdibe li Rojava dilê Kurdan lêdide û berovajî jî. Tirkiye dibêje ger  HSD bi artêşa Sûriyeyê re entegre nebe, wê operasyonê pêk bîne. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê jî gotinên bi wî rengî dike. Pirsa Bakur û Rojavayê Kurdistanê çi qasî bi hev ve girêdayî ye?

Sûriye bi xwe pirsa xwe gotûbêj dike. Sed sal berê wir ji aliyê desthilatdariyeke takrew ve dihat rêvebirin. Kurd bê nasname dijiyan. Mafê wan ê nasname û welatîbûnê tune bû. Ew rejîm çû û rejîmeke nû hat. Ji bo em nebêjin rejîmeke otorîter e, divê rêveberiya nû, ziman û baweriya di serî de kurdan, durzî û elewiyan nas bike û welatekî demokratîk ava bike. Tirkiye di wê mijarê de xwedî helwesteke şaş e. Hêj rejîmê saziyên xwe ava nekirine, hêj karekterê rejîmê nediyar e, em nizanin wê demokrat bibe yan tiştekî din, hêj di destpêkê de ye, desthilat û şirovekar dibêjin, çekan deynin û entegire bibin. Entegireyî kuderê bibin? Nikarin bersiva pirsê jî bidin! Gelo demokrat e? nikarin bersivê bidin! Bi rastî kurd xwedî derdek bi vî rengî nînin, derdek wan ku li derveyî sîstemê bin, an bi navendê re lihev nakin tune. Di her derfetekê de aktorên Kurd vê yekê tînin ziman. Divê di Sûriyeke demokratîk de mafên wekheviyê ji bo Kurd, Durzî û Elewiyan hebin. Dibjin dixwazin pêvajoyekê ava bikin. Di vê navberê de divê ji hewest û nêzîhatiya şaş dûr bikevin. Kurd perçeyekî Sûriyê ne. Çawa em bi Enqereyê re di nava lêgerîna çareseriyê de ne, çawa em deriyê çareseriyê li parlamento û Enqereyê dibînin, Kurdên Rojava û pêkhate û baweriyên din jî bi vî awayî li Dîmeşqê li çareseriyê digerin. A li ser me, a li ser kesên li derve diaxivin, divê piştgîriya demokratîzekirina wir bikin. Divê der barê demokrasiyê biaxivin. Hewlên wan divê bi vî rengî bin. Ger Sûriye komareke erebî be, wê bi komareke sed sal berê cudahiya wê çi be? Ger mafên Kurdan nas neke, mafên Durzî û Elewiyan nas neke, wê bi Sûriyeya berê re cudahiya wê çi be? Divê Sûriye nû bibe. Divê gelemperî be. Divê demokrat be. Divê Sûriyeyek be ku Kurd tê de bi azadî mafên xwe bijîn. Entegrasyon ne wiha ye. Hinek rayedar nêzîkatiyeke şaş nîşan didin. Entegrasyon ne erebkirina Kurdan e. Sunnekirina Elewiyan nîne. Ferzkirina hîcabê li jinên sekoler û layîk nîne. Entegrasyon ev e ku her kes bi nasname, bawerî û cuhadiya xwe li ser zemîneke demokratîk, bi awayekî wekhev bijîn. Erka ser milê sîstema wir jî wan reng û cudahiyan bihevre bide jiyankirin e. Sererastkirinên yasayî û destûrî pêk bîne. A ser milê wan ev e. Em piştgîriyê li daxwaziyên xwişk û birayên me li Rojava, di çareseriya bi Dîmeşqê re dikin. Erka ser milê me, Tirkiyeyê, raya giştî û hêzên navneteweyî ev e ku piştgîriyê bidin avakirina zemîneke demokratîk. Divê ji xerabkirinê re nebe. Berûvajo divê gotin, kirin û pratîkên avaker bin. Di vê mijarê de gotinê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan girîng bûn. Vê carê, ji berê cuda axivî. Em girîng dibînin. Eger qasî serê derziyê jî gotin û pratîkên erênî û avaker hebin, em ê piştgîrî bikin. Divê Kurdên Sûriyeyê weke gef li ser Tirkiyeyê neyên dîtin. Kurd ne gef in. Kurd tenê dixwazin bi reng û cudahiya xwe bibin dînamîk û aliyekî girîng ê rejîmê. Bi rastî Kurd gelê herî demokratîk, avaker ê navçeyê ne ku bi gel û baweriyên din re dujminatiyê nake. Em li Iraqê dibînin. Berê Herêma Federal a Kurdistanê li Tirkiyeyê weke gef dihate dîtin, lê bi demê re bû yek ji herêmên ku têkiliya wê bi Tirkiyeyê re gelek baş e. Bi taybetî eger girîngî bidin Kurdan, eger bidesxistina mafên wan weke gefekê li ser Tirkiyeyê neyê dîtin, berûvajî eger kêfxweş bibin û piştgîriyê bidin milyonan xwişk û birayên xwe ku li wir mafên xwe bidest bixin, li wir zemînekê çêbikin, bawer bikin ku wê hezkirin û alîgiriya me hemûyan bidest bixe. Ji ber ku ev hezaran sal in em, bi Tirk, Ereb û Frsan re di nava qederekê de jiyan e. Em di nava vê erdnîgariyê de ku bi wan re dijîn bi tenê dixwazin bibin xwediyê mafên xwe. Çavê me li maf, hiqûq, erd, jiyan, aboriya kesekî din nîne. Bawer bikin, eger ev pêvajo li Tirkiyeyê serbikeve, wê bandoriyeke erênî li ser Rojava û Sûriyê jî bike. Çawa ku bandora Ocalan li Tirkiyeyê zêde ye, bi heman rengî li navçeyê jî bandora wî zêde ye. Li Rojava jî bandoriya wî heye. Eger nêrînên wî liberçavan werin girtin, bawer bin bêyî şer û pevçûn, di serî de li Sûriyeyê, dê hemû gelên navçeyê bi biratî û mirovî û bihevre jiyan bikin û hewcedariya navçeyê bi vê yekê heye. Ji ber ku siyaseta sed salî li ser redkirin û tunehesibandinê hatine avakirin, gelan êşên mezin kişandin. Rastî hilweşandina aboriyê hatin. Hilweşîna civakî û siyasî jiyan kirin. Rêya dawîanîna wê gelek hêsan e. Her kes bi nasnameya xwe, her kes bi baweriya xwe bijî, kes neyê piştguhxistin, kes weke hemwelatiyê asta duyemîn neyê dîtin, kes li derveyî hevsengiyan neyê dîtin, zemînek were avakirin ku her kes bi maf û hiqûqê xwe bijî, li Rojhilata Navîn em dikarin dawî li êş, rijandina xwînê, şer û pevçûnan  bînin. Derfet û şert û mercek ku ti carî nebû niha di holê de ye. Ez dixwazim bêjim ku dewlet û desthilata Tirkiyeyê divê di vê mijarê de helwesteke avaker raber bike. Bawer bikin, ger pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê çareser bibe û Tirkiye bikeve nav helwestekê ku maf û hiqûqê Kurdan qebûl bike, wê Tirkiyeyê vegerîne welatê herî xurt yê aborî û demokrasiyê.

Em gelek spas dikin ku hun bûn mêvanê KANAL8’ê, Hevserokê Partiya DEM’ê Tuncer Bakirhan. Em kêfxweş bûn careke din me hun li Silêmaniyê dîtin.

Ez jî spasiya xwe ji we re, KANAL8’ê re, xebatkarên we re pêşkêş dikin. Mala we ava be. Hun li Silêmaniyê dengê me belavî her derî dikin. Ez ji we û her kesî re serkeftinê dixwazim û silavên xwe pêşkêş dikim.

Hêriş Celal

02/09/2025