PÊWENDIYÊN SÛRIYE Û RÛSYAYÊ DÎSA BAŞ DIBIN

Nûrhat Hesen 10/09/2025

Herî dawî şandeyeke Rûsî serdana Dîmeşqê kir û dawiya meha bihurî jî şandeyeke Sûriyeyê serdana Rûsyayê kiribû.

Diyar e piştî bi salan ji bombebaranên Rûsyayê li dijî komên opozisyona Beşar Esed, pêwendiyên wê bi Sûriyê re baştir dibin.

Heta niha jî sê baregehên Rûsyayê li Sûriyê hene û tevgerên wê li parêzgeha Hemayê jî tên dîtin.

Hebûna Rûsyayê li Sûriyeyê piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed cihê nakokiyê ye.

Hikûmeta Veguhêz rê vedike ku pêwendiyên xwe li gel wê baş bike, lê piraniya alîgirên wê vê yekê qebûl nakin, ji ber ku dibînin sedema êşên wan ên bi salan li bakurrojavayê Sûriyê Rûsya ye.

Rûsyayê Sala 2015’an destwerdan li Sûriyê kir û heta dema hilweşîna wî li gel Beşar Esed rawestiya, li gelek navçe û bajaran komên girêdayî opozisyonê û di nav de Heyet Tehrîr Şam bombebaran kirin.

Piştî hilweşîna desthilata Esed gelek kesan bawer dikir ku dê Rûsiya jî tevê derveke.

HEBÛNA RÛSYAYÊ: 3 BAREGEHÊN RÛSIYAYÊ LI SÛRIYÊ HENE

Lê heta niha 3 baregehên Rûsiyayê li Sûriyê hene, yek jî li balafirgeha Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ye û yek li Bendera Tertûsê ye û ya sêyem jî baregeha Himêmîm ya li parêzgeha Laziqiyê ye.

Beriya hilweşîna desthilata Esed amaran nîşan dida ku nêzî 4 hezar leşkerên Rûsiyayê li Sûriyê hene, lê ji piştî hilweşîna desthilata berê ve, ti amarên diyarkirî nehatine belavkirin.

8 vê mehê jî şandeyeke Rûsiya ya pilebilind serdana Sûriyê kir û li gel Serokê Qonaxa Veguhêz ya Sûriyê Ehmed Şer’i û Wezîrê Derve Esed Şîbanî kom bûn. 

ES’ED ŞÎBANÎ / WEZÎRÊ DERVE YÊ SÛRIYÊ

Pêwendiyên Moskow û Dîmeşqê dîrokî ne û bi gelek qonaxan re derbas bûne. Lê ew pêwendî ne dostane bûn. Em îro dixwazin rûpeleke nû di pêwendiyên xwe de vedikin ku li ser bigeha rêzgirtinê were avakirin. Her hebûneke leşkerên biyanî li Sûriyê divê bikeve berjewendiyên gelê Sûriyê. Di warê aborî de li Sûriyê derfet gelek in û em dixwazin di werê çandinî, tendirustî û avahîsaziyê de kar bikin. Em hevî dikin Rûsiya piştgiriya me bike.

Li gorî medyaya Sûriyê, yek ji mijarên di civînê de hatine nîqaşkirin mayîna baregehên Rûsiyayê li Sûriyê ne.

Rûsiyê piştî hilweşîna desthilata Esed piraniya hêzên xwe li baregeha Himêmîmê kom kirin û agahî destnîşan dikin ku planên Rûsiyê li berava Sûriyê hene.

ELÎ EMÎN SIWÊD / NIVÎSKAR

Nivîskarê sûrî Elî Emîn Siwêd agahiyên girîng bi Kanal 8’ê re parve kirine û got, tevgera çekdarên desthilata berê li berava Sûriyê hene, her wiha tevgerên veşartî yên hêzên Rûsiyayê li gundewarên parêzgeha Hemayê, lê ew nizanin ku sedema wê çi ye.

Heta niha Amerîka bi Sûriyê re di nav danûstandineke baş de ye, lê çavdêr dibînin dibe ku nêzîkbûna Sûriyê ji Rûsiyayê ve bibe sedema nebaşbûna têkiliyên wan herdu aliyan û bi taynet ku Meclisa Amerîkî - Sûrî destnîşan kiribû, Meclisa Nûnerên Amerîkayê qebûl nekiriye qanûna cezayê Qeyserê betal bike.

Nûrhat Hesen

10/09/2025