LI DIYARBEKIRÊ KONGREYA DIRANSAZAN

Kanal8 11/09/2025

28emin Kongreya Navneteweyî ya Diransazan di navbera 18 û 21ê Îlonê de li Diyarbekirê, tê lidarxistin.

28’emîn Kongreya Diransazan a Navneteweyî dê li Diyarbekirê bê lidarxistin. Tê payin ku zêdetirî 3 hezar kes tevlî bibin. 

28’emîn Kongreya Diransazan a Navneteweyî ku dê di navbera 18-21’ê Îlonê de li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîcleyê were lidarxistin.

Endamê Lijneya Amadekar a Kongreyê û Serokê Berê yê Jûra Bijîşkan a Diyarbekirê Aslan Yigit, da zanîn ku ew kongreyeke ku zanist û huner pêkve bê pêşkêşkirin lidar dixin û zanyariyên girîng ên kongreya Diransazan ji bo KANAL8’ê ragihand.

Yîgît da zanîn ku li bendê ne 3 hezar kes tev li kongreyê bibin û got, “23 kes ji derveyî welat bi giştî dê 80 akademîsyen tevli kongreyê bibin.”

Her wiha Yîgît got dê 10 kurs û 436 bernameyên devkî dê hebin, ligel zanîstî dê di aliyê çand û hunerê de jî bernameyeke xurt be.

Kanal8

11/09/2025