LI ROJAVA SIBÊ SALA NÛ YA XWENDINÊ DEST PÊ DIKE
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sibê sala nû ya xwendinê dest pê dike û 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dest bi perwerdeyê bikin.
li Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê sala perwerde û fêrkirinê ya 2025-2026’an dê sibê 14 Îlonê dest pê bike.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Semîra Hec Elî ji ajansa nûçeyan a Hawarê re diyar kir, îsal li 3 hezar û 647 dibistanan, dê 713 hezar û 554 xwendekar û 35 hezar û 513 mamoste dest bi sala nû ya perwerdeyê bikin.
Semîra Hec Elî diyar ragihand, di çarçoveya nûkirina materyalên dibistanan de, wan milyonek pirtûk çap kirine û her pirtûkek ji wana jî dê wekî 3 kopiyên cuda werin çapkirin û bi giştî dê 4 milyon pirtûk werin çapkirin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser eşkere kir, 95 dibistanên ku koçber lê hatine bicihkirin, heta niha nehatine valakirin û li Tebqayê 32, Cizîrê 32, Reqayê 31 dibistan bûne cihê bicihkirina koçberan û ew jî sedema kêmiya dibistanan e.
13/09/2025