FESTÎVALA ÇANDA KURD LI DORTMUNDA ALMANYAYÊ TÊ LIDARXISTIN

in
photo
Kanal8 .

13/09/2025

33yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Ewropayê şahiya herî mezin a Kurdan e, îsal li bajarê Dortmundê yê Almanyayê tê lidarxistin

33yemîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya ku li Ewropayê şahiya herî mezin a Kurdan e, îsal li bajarê Dortmundê yê Almanyayê tê lidarxistin.

Kurdên li Almanya û welatên derdor ji bo tevlî festîvala çanda Kurd bibin berê xwe dane bajarê Dortmundê yê Almanyayê.

“Meşa Azadî û Demokrasiyê” ku her sal weke kevneşopî tê lidarxistin,îsal jî hat lidarxistin.

eId:197608459681324

Meşa ku 9’ê Îlonê li Kolnê destpê kir û qasî 5 rojan berdewam kir, li qada festîvalê bi dawî bû.

Tevî şahiyê standên pirtûkan û destbendên çêkirî û cil û bergên Kurdî jî hat vekirin û rastî eleqeyeke mezin hat.