LI ŞÛNWAREKE RIHAYÊ HESTIYÊN SERÊ MIROVAN HATIN DÎTIN
Di encama xebatên kolandinê li Girê Keçelê yê Rihayê de hestiyên serê 12 mirovan hatin dîtin ku dîroka wan vedigere 10 hezar û 500 salan beriya niha.
Endamê Fakulteya Wêje û Beşa Arkeolojiya Pêşdîrokî ya Zanîngeha Stenbolê Doçent Dr. Emre Guldogan di vê der barê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê axivî û diyar kir, îsal ekîbeke 39 kesî ji bo kolandina şûnwarê Girê Keçelê hatiye pêkanîn daku berhemên nû yên dîrokî bibînin.
Guldogan got, di encama kolandinê de hestiyên serê 12 mirovan li du odeyan hatiye dîtin ku dîroka wan ji bo 10 hezar û 500 salan beriya niha vedigere.
Pisporê beşa antropolojiyê yê Zanîngeha Hacettepeyê Yilmaz Selîm Erdal jî ji bo heman ajansê eşkere kir ku bi giştî heta niha hestiyên serê 31 mirovan li wê şûnwarê hatine dîtin ku temenê wan di navbera 6 meh heta 40 saliyê de ye.
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ku weke bajarê pêxemberan tê naskirin, bi sedan şûnwarên dîrokî hatine dîtin. A herî navdar şûnwarê girê mirazan e ku dîroka wê ji bo 12 hezar salan beriya niha vedigere.
13/09/2025