LI SÛRIYEYÊ LÎSTEYÊN DESTPÊKÊ YÊN NAMZETAN HATIN RAGIHANDIN
Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Sûriyeyê lîsteyên destpêkê yên namzetên hilbijartinên Encûmena Gel ragihandin.
Lîjneya Bilind a Hilbijartinên Sûriyeyê diyar kir, li gorî ragihandina destûrî û biryarên serokatiya komar ên hejmar 66 û 143 ji bo sala 2025ê, navên lîsteyên demkî yên namzetan ji bo hilbijartinên Encûmena Gel hatin eşkerekirin.
Li gorî wê biryarê, ji bilî parêzgehên Heseke, Reqa û Siwêdayê, her parêzgeheke Sûriyeyê weke xelekeke hilbijartinan hatiye destnîşankirin.
Li Sûriyeyê yekemîn hilbijartinên Encûmena Gel piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed tên kirin ku dê ji 210 kursiyan pêk were û sê parêzgeh ji hilbijartinan tên bêparkirin.
Hilbijartinên Meclisa Gel li Sûriyeyê di navbera 15 û 20'ê vê mehê de tên kirin ku dê Serokê Qonaxa Veguhêz Ehmed Şer’i 70 endaman destnîşan bike û her wiha dê lijneyên hilbijartinan bi hilbijartinan 140 kursiyên din diyar bikin.
Ehmed Şer’i di 13 hezîranê de Lijneya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel ava kir û her wiha hejmara endamên Meclisa Gel bi 150 kursiyan diyar kir, lê di 20 tebaxê de Şer’i biryar da ku hejmara endaman bike 210 endam ku ew dê 70 ji wan destnîşan bike.
Li gorî belavbûna kursiyan, parzêgeha Helebê 32 kursî wergirtin ku ew hejmara herî zêde ye, her wiha Dîmeşq 10, Rîf Dîmeşq 12, Hums 12, Hema 12, Idlib 12, Dêrazor 10, Hesekê 10, Laziqiye 7, Reqa 6, Dera 6, Tertûs 5, Siwêda 3 û Qunêtera 3 kursî.
Hilbijartin li parêzgehên Heseke, Reqa û Siwêdayê nayên kirin û lijneya hilbijartinan bi rewşa ewlehiyê ve be girêdan, lê her wiha parêzgeha Hesekê tenê li Serêkaniyê tê kirin ku yek kursî jê re hatiye parve kirin û li Reqayê li Girê Spî tê kirin ku du kursî jê re hatine parvekirin.
Herdu navçeyên navbihurî jî navçeyên Rojavayê Kurdistanê ne û ji sala 2019an ve Tirkiye û çekdaran dest bi ser de digirin.
Ji bilî wê li parêzgeha Helebê, ji Efrînê 3 kursî, ji bo Kobanê 2 kursî û ji bo Dêrhafirê jî ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de yekursiyek hatine parvekirin û her wiha li navçeya Cebel Sem’an jî ku bajarê Helebê navenda wê ye 14 kursî hatine parvekirin.
Di serdema Beşar Esed de hejmara endamên Meclisa Gel 250 bûn û hilbijartinên gera çaran ya meclisê di tîmeha sala 2024’an de pêk hatibûn.
18/09/2025