DI OPERASYONA LI DIJÎ ŞAREDARIYA ENQERÊ DE 13 KES HATIN GIRTIN
Di çarçoveya dozeke "gendeliyê" de li dijî şaredariya Enqereyê, ku di destê Partiya Gel a Komarî (CHP) de ye, operasyonek hate pêkanîn.
Doza ku ev çend meh in ji aliyê dozgeriya Enqerê ve hatiye vekirin, şaredariya bajêr, bi gendeliyê û "zirardayîna berjewendiya giştî" di organîzekirina çend konseran de, di navbera salên 2021-2022an de, tawanbar dike.
Di operasyonê de 13 kes, ku piraniya wan karmend û berpirsên berê yên şaredariya Enqereyê ne, hatin girtin.
Kesên hatine girtin bi "xirap bikaranîna desthilatê" û "tevlîbûna di gendeliyê de" têne tawanbarkirin.
Li gorî lêpirsînên saziyên pispor û taybet, Şaredariya Enqereyê ji ber 32 konseran, 154 milyon û 453 hezar û 221 lîre zirar dîtiye.
Serokê berê yê şaredariya Enqerê Melîh Gokçek ku ser bi AKPyê ye, berî çend demjimêran ji pêkanîna wê operasyonê, di nivîsekê ku li ser hesabê xwe yê X'ê nivîsandiye, "Tu amadeyî Emqere? Tu amadeyî Tirkiye?, li Enqerê diziyeke milyarî tê biteqe.
Ev nivîsa Gokçek, di nava CHPyê de bû sedema dilgiraniyê. Parlamenterê CHP'ê dibêjin, şaredarê berê çawa dikare, çend demjimêr beriya operasyonê, hemî hûrguliyan bizanibe.
23/09/2025