AMERÎKA: DIVÊ DEMILDEST CEZAYÊN LI SER ÎRANÊ BÊN BICIHANÎN
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bang li cîhanê kir ku cezayên Neteweyên Yekbûyî yên li ser Îranê bicîh bînin û daxwaza danûstandinên rasterast bi Tehranê re kir.
"Rêya dîplomatîk hîn jî vekirî ye"
Rubio di daxuyaniyekê de li ser malpera fermî ya Wezareta Derve got, "Hîn jî rêyeke dîplomatîk li pêşiya me ye. Peyman ji bo gelê Îranê û cîhanê vebijarka herî baş e." Ji bo gihîştina rêkeftinekê, Rubio bang li "Tehranê kir ku danûstandinên rasterast qebûl bike û wan bi niyeta baş û bê rawestan bimeşîne.
Wezîrê got ku di nebûna rêkeftinekê de, erkê hevpar ê hemî aliyan e ku demildest cezayên paşvekişandinê bicîh bînin da ku zextê li ser rêberên Îranê bikin ku tiştê ku di berjewendiya cîhanê û neteweya wan de ye bikin.
Hûrgiliyên cezayan
Rubio got ku şeş cezayên li dijî Îranê ji nû ve hatine aktîvkirin, ku bi gefên çalakiyên wê yên navokî û mûşekên balîstîk ve girêdayî ne. Cezayên herî girîng ev in:
- Qedexeya dewlemendkirina uranyumê
- Astengkirina pêşxistina bernameya mûşekên balîstîk
- Çavdêrîkirina sektorên asmanî û keştîvaniyê
- Rawestandina peymanên çekan bi Tehranê re
- Astengkirina asmanê Îranê ji derve re
- Qedexeya geştkirinê ya li ser rêber û berpirsan
Di dawiyê de jî Rubio got, "Biryara Konseya Ewlekariyê ya ji bo vegerandina cezayan peyamek zelal e ku cîhan dê gefan qebûl neke û Tehran dê berpirsiyar be."
28/09/2025