CNN TURK: ŞANDEYA KOMÎSYONÊ BI DENGÊ 31 ENDAMAN DÊ BIÇE ÎMRALIYÊ
Malpera CNN Turkê diyar kir, di nava çend hefteyên din de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê karê xwe dawî bike û ji bo sererastkirinên yasayî û yasaya dije terorê de wê rapora xwe amade bike.
Malpera CNN Turkê di der barê pêvajoya çareseriyê de raporek weşand. Li gorî agehiyên malperê, karê guhdarîkirinê yê komîsyonê dê çend hefteyên din dawî bibe û di meha kanûnê de jî wê rapora xwe ya dawiyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bike.
Komîsyon dê di rapora xwe de pêşniyaran der barê sererastkirinên di yasaya cezakirinê û yasaya tekoşîna li dijî terorê de pêşkêş bike. Her wiha di hefteyên pêşiya me de dê komîsyon li Serokê MÎTê Îbrahim Kalin û hejmarek wezîran guhdarî bike û dê pêvajoya çekdanînan endamên PKKyê bi awayekî lezgîn were gotûbêjkirin.
Malpera CNN Turkê ragihand, mijareke din ku tê payîn were yekalîkirin, hevdîtina şandeyeke komîsyonê bi Abdullah Ocalan e ku di çend heftiyên bê de wê dengdan di nava 51 endamên komîsyonê de bê kirin û ger 31 endaman dengê erê da, wê şandeya komîsyonê serdana Ocalan bike.
28/09/2025