ODEYA BIJÎŞKAN A AMEDÊ DERBARÊ REWŞA BEŞÎKÇÎ DAXUYANÎ DA
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê ragihand ku rewşa Nivîskar û Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî ber bi başbûnê ve diçe lê ji ber cihê mêjiyê wî yê ku xwîn rijiyabû ser metirsiya li ser jiyana wî didome.
Nivîskar û Civaknas Dr. Îsmaîl Beşîkçî, duh êvarê li Ameda Bakurê Kurdistanê di Festîvala 9emîn a Belgefîlman a FîlmAmedê de dema diaxivî ji nişka ve ji ser hişê xwe çû.
Tîmên tenduristiyê çûn salona festîvalê û Beşîkçî bir Nexweşxaneya Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Bijîşkên Beşîkçî li gel Serokê Weqfa Beşîkçî û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê û endam û birêvebirên DEM Partiyê derbarê rewşa wî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen li ser rewşa dawî ya Îsmaîl Beşîkçî axivî û ragihand ku ji şeva bihurî ve tê dermankirin û rewşa wî baştir e.
Veysî Ulgen da zanîn, tevî ku rewşa Beşîkçî ber bi başiyê ve diçe jî ji ber wî cihê mêjiyê wî yê ku xwîn rijiyabû ser metirsiya li ser jiyana wî berdewam dike.
Ulgen her wiha diyar kir ku Beşîkçî di axaftinê de zehmetiyê dikişîne, aliyê wî yê rastê felc bûye û dîtina wî jî ne zelal e.
28/09/2025