ARTÊŞA TIRKIYEYÊ DARÊN AMÊDIYÊ DIBIRIN

Kovan Hemîd 01/10/2025

Çavkaniyekî xwecihî ji KANAL8’ê re ragihand, Artêşa Tirkiyeyê ev 10 roj in darên Dêrelûk û Şêladizê dibirin.

Artêşa Tirkiyeyê li her du navçeyên Amediyê, Dêrelûk û Şêladizê wek salên derbasbûyî dest bi birîna daran kiriye.

Çavkaniyekî xwecihî ji KANAL8’ê re ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê li van her du navçeyanb her çi darên bi temen bin dibirin û bi xwe re dibin.

Li gorî çavkaniyê darên ku tên birîn hemû darên bi temen ên wek berû, mazî, çinar, simaq, qizwan, behîv, giwîşk û bi sedan curên dîn in û artêş wan daran dibirin û bi xwe re dibin.

Heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên berpirsiyar ev pirsgirêk çareser nekirine.

Artêşa Tirkiyeyê bi kûrahiya 38 kîlometreyan ketiye nav sînorê parêzgeha Duhokê û li her derê xaleke kontrolê ya leşkerî ava kiriye. Her 150 metreyan xaleke kontrolê ya leşkerî daniye.

Ji bilî van xalên kontrolê yên leşkerî, rê hatine çêkirin da ku dewlemendiya van deveran talan bikin û bixin bin kontrola xwe.

Zêdetirî 200 gund hîn jî di bin kontrola artêşa Tirkiyeyê de ne.

Kovan Hemîd

01/10/2025