LI RIHAYÊ DEMSALA DIRÛNA BIRINC DEST PÊ KIR
Li navçeya Qerecdaxê ya girêdayê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê demsala dirûna birinc dest pê kir.
Cotkar jî diyar dikin ew du cur birinc hildiberînin, ew jî birincê çar mehî û birincê neh mehî ne.
Li navçeya Qerecdaxê ya ku dikeve sînorê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê niha demsala dirûna birinc dest pê kiriye.
Cotkar jî dibêjin, ew salane du cara birinc didirûn, birincê yekem di meha 4an de tê dirûn û cara duyem jî birinc di meha 9an de tê dirûn.
Cotkar Eyub Aytar dibêje, “Em di salekê de du demsala birinc hildiberînin, care yekem di meha çaran de û cara duyem jî di meha nehan de em dest bi hilberandina birinc dikin. Birincê ku niha em diçinin temenê wî 5 meh in. Derveyê hilberandina birinc em ti karekî din nakin, jiyana me ser hilberandina birinc e.”
Li parêzgehên bakurê Kurdistan, derveyê parêzgeha Rihayê, li parêzgeha Bedlîsê jî cotkar birinc hildiberînin.
Cotkarekî din jî diyar dike, ew birincê xwe bê madeyên kîmyayî mezin dikin .
Cotkar Sînan Aytar jî dibêje, “Karê me yê serke çandina birinc e, di meha Nîsanê de karê me dest pê dike û pênc mehan berdewam dike. Em birincê xwe bê madayên kîmyawî mezin dikin. Piştî pênc mehan ew dest bi hilberandina birincê xwe dikin, niha wan dest bi hilberandina wê kiriye.”
Li gor amarên fermî salane, li seranserî parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, welatî 700 hezar ton birinc serf dikin.
Cotkarê Qerecdaxê dema birincê xwe didirûn , divê birincê wan weke çeltuk heftêyekî li ber rojê bimîne da ku hişk bibe û piştî hişkbûne,ew bo çeltûka xwe rêdikine kargehê da ku bikine birinc.
Cotkar Mihemed Elî jî dibêje, “Belê pêştir hilberandina birinc pir dijwar bû, lê piştî pêşketina teknolojiya hilberîna birinc hêsan bûye. Piştî pênc mehan dest bi hilberandina birinc tê kirin, birincê me di rêzbenda dehan de ye, ji ber ku birincê me bê madayên kîmyayî tê mezinkirin.
Birincê Qerecdaxê, ne tenê bo bazarên navxwe yên Bakurê Kurdistanê tê hinardekirin. Di heman demê de ji bo welatên dervejî tê hinardekirin.
Li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, birincê Qerecdaxê cihê xwe di rêza yekem de digire, ji ber ew birinca bi ava sar, bê madeyên kîmyayî tê mezinkirin.
02/10/2025