SOHR: DAIŞÊ ÎSAL 192 ÊRÎŞ PÊK ANÎNE

Kanal8 04/10/2025

DAIŞê îsal bi sedan êriş li navçeyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêk anîne û bûye sedema jiyan ji dest dana bi dehan kesan.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) destnîşan kir, îsal DAIŞê êrişên xwe li navçeyên HSDyê zêde kirine û 192 êriş pêk anîne.

Li gorî rêxistinê di encama wan êrişan de, 65 ji endamên HSDyê 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û her wiha 12 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Herî dawî jî HSDyê da zanîn, DAIŞê li gundê Mi’êzîliyê yê bakurê Reqayê êrişî otomobîleke wan kiriye û di encamê de 2 endamên wan birîndar bûne.

Her wiha SOHRê berê diyar kiribû, Hevpeymaniya Navdewletî di meha îlona bihurî de 10 operasyon li dijî DAIŞê li Sûriyeyê pêk anîne û di encamê de 24 çekdar girtine.

Kanal8

04/10/2025