LI RIHAYÊ QEZAYÊ TRAFÎKÊ; AJOKAREK MIR

Kanal8 05/10/2025

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê 3 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de ajokarekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, qeza li ser rêya Riha û Amedê li devera Balikayagê rû daye. Otomobîla ku ji hêla C.Ç. ve dihat ajotin, li otomobîleke bazirganî ya ku ji hêla Mustafa Demir ve dihat ajotin û otomobîleke ku ji hêla Z.T. ve dihat ajotin li hev qûlibîne.

Piştî agahdarkirina welatiyan, ambûlans, polîs û tîmên agirvemirandinê gihiltin cihê bûyerê.

Pênc kesên ku di bûyerê de birîndar bûn bi ambulansê rakirin nexweşxaneyan. 

Ajokarê bi navê Mustafa Demir, tevî hemû hewlên bijîşkan di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da .  

Polîsan derbarê bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Kanal8

05/10/2025