YNK DÊ HER TIM BI WE RE BE

Kanal8 06/10/2025

Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî ji bo Cejna Cemayê ya Êzidiyan peyamek weşand û got, “Em ê ji bo vegerandina penaberan piştgiriya xwe bidomînin."

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi boneya vegera Cejna Cemayê peyamek pîrozbahiyê ji xwişk û birayên Êzîdî re şand.

Piştgiriya mafên Êzîdiyan

Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got, "Wekî ku me got, em ê piştgirî û parastina mafên Êzîdiyan, baştirkirina rewşa Şingalê û vegerandina penaberan bo welatê wan bidomînin."

Soza xizmetê

Di berdeweamiyê de Talebanî da diyarkirin "YNK dê her tim bi we re be û xizmeta we erkê xwe dibîne."

Ez cejna we pîroz dikim

Di dawiya peyama xwe de, serokê YNK'ê cejna wan pîroz kir û hêviya aramiyê ji wan re xwest.

Kanal8

06/10/2025