TURKDOGAN: TIRKIYE NEÇAR E BIRYARÊN DMME'YÊ PÊK BÎNE
Parêzer û Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan derbarê doza Demîrtaş ji KANAL8ê re axivî.
Turkdogan da diyarkirin ku hevalên wan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ji ber sedemên siyasî di girtîgehê de ne.
Her wiha Turkdogan bal kişand li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û got, “DMMEyê li dijî Tirkiyeyê biryar daye ku xala 18an a Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê hatiye binpêkirin. Xala 18an sînorkirina maf û azadiyan qedexe dike. Ji ber vê yekê, Demîrtaş, Yuksekdag û girtîyên din ên Doza Kobanê, bi sedemên siyasî di zindanê dene. Divê ev girtina siyasî niha bi dawî bibe.”
Di berdewamiya axaftinên xwe de Turkdogan da zanîn ku ji bilî biryarên DMMyê pêvajoyeke siyasî heye û ji ber wê jî divê girtiyên siyasî bên berdan.
Turkdogan balk kişand li ser baweriya ku bi berdana Demîrtaş re bi pêş bikeve û wiha pê de çû: Dema ku Demîrtaş û hevalên wî werin berdan, piştrast bin ku ew ê beşdarîyên girîng di pêvajoya aştî û civatek demokratîk de bikin. Ji ber vê yekê, berdana wan, hem ji hêla qanûnî ve û hem jî ji hêla siyasî ve, pêwîst e.
Ji aliyê hiqûqî ve jî Turkdogan got, “Xala 5emîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê pir zelal e. Tirkiye neçar e ku biryarên DMMEyê bicîh bîne. Wekî din, ne hewce ye ku biryarên DMMEyê yên derbarê berdanê de dawî bin. Dema ku dadgeh fermana berdanê dide, divê ew kes were berdan. Biryar dibe yan na ne girîng e; hemî pisporên hiqûqî vê yekê dizanin. Divê fermanên berdanê tavilê werin bicîhanîn.
Niha, biryar di 8ê Cotmehê de dawî dibe. Dadgeh dikare bibêje, ‘Ew êdî ne girtî ye, ew bi xweberî hatiye girtin; rewşa wî guheriye, werin em wê binirxînin.’Lê ez bawer dikim ku ev êdî ne hewce ye. Divê Odeya Cezayê ya 22emîn a Dadgeha Herêmî ya Enqerê dosyaya dozê binirxîne û di zûtirîn dem de fermana berdanê bide.”
06/10/2025