BEDRAN ÇIYAKURD: KOMÊN DÎMEŞQÊ PÊBENDÊ AGIRBESTÊ NABIN
Hevserokê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser ragihand, komên çekdar ên ser bi hikûmeta Dîmeşqê pêbendê peymana agirbestê nabin û seferberkirina hêzan û dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye berdewam dike.
Hevserokê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser, Bedran Çiyakurd, li ser hejmara xwe ya taybet li ser platforma X’ê diyar kir, peymana ku li Dîmeşqê li ser rawestandina şer li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd hatiye kirin, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Dîmeşqê ve nayê bicîhanîn.
Bedran Çiyakurd got, zêdebûna hêzan û dorpêçkirina taxan berdewam dike, ku ev yek careke din nîşan dide ku komên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne piştgirîkirin, girêdayî biryarên rayedarên demkî yên Dîmeşqê nebin û tekesî li ser wê yekê kir ku ew kom, planên derve bicîh dikin ku li dijî berjewendiyên niştîmanî yên Sûriyê ye.
Di 7ê vê mehê de li Dîmeşqê, Fermandarê giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokê Sûriyê ji bo qonaxa Veguhêz Ehmed Şer’î bi amadebûna nûnerên Amerîkayê civiyan û der barê agirbesta tevahî li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihevkirin.
09/10/2025