BAFIL CELAL TALEBANÎ DIÇE BEXDAYÊ

Kanal8 11/10/2025

Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî ji bo çareseriya pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û Rêkeftina Petrolê diçe Bexdayê.

Îro Şemî 11-10-2025 Serokê Yekîtiya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî serdana Bexdayê bike û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û çend payebilind ê Iraqê re ji bo gotûbêjkirina mûçe û pêkanîna rêkeftina petrolê, bicive.

Serdaneke Girîng Ji Bo Bexdayê

Piştê nîvro serokê Yekîtiya Nîştimanîya Kurdistanê (YNK) dê bigihêje Bexdayê û rasterast bi SerokWezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive da ku çend mijarên giringên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.

Çavderîkirina Rêkeftina Petrolê

Li gorî agahiyan armanca sereke ya serdana Bafil Celal Talebanî ku di çarçoveya rêkeftina petrolê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û çavdêriya pêkanîna rêkeftinê û rakirina hemû astengiyên li pêşiya rêya wê ye û bi armanca nêzîkbûna her du hikûmetan e.

Daxwaza Sereke; Şandina Mûçeyan e

Li gorî agahiyan daxwaza sereke ya Serokê YNKyê dê daxwaza mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê be. Her wiha dê daxwaz bike ku pêvajoya dabeşkirina mûçeyan bê rêkxistin ku karmendên Herêma Kurdistan û Iraqê di heman rojê de mûçeyên xwe wergirin.

Civîna bi Berpirsên din re

Ji bilî Serokwezîrê Iraqê, Bafil Celal Talebanî dê bi çend berpirsên din ên partî û hikûmetê yên li Bexdayê kom bibe.

Kanal8

11/10/2025