TURKDOGAN: AK PARTÎ SERDANA KOMISYONÊ YA JI BO ÎMRALIYÊ PAŞ DIXE

Sema Reşid 11/10/2025

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got, "AK Partî vê pêvajoyê dirêj dike, ev yek dibe sedema derengketina bipêşveçûnê."

Derbarê hevdîtina Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya bi Abdullah Ocalan re nerînên cuda derdikevin pêş. 

Di vê mijarê de hevberdevkê Komîsyona Hiqûqî ya DEM Partiyê ji bo KANAL8ê ragihand, serdana komisyonê ji bo Îmraliyê ji hêla AK Partiyê ve tê bipaşxistin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan got, "Hêvî dikim ku di vê qonaxa pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de, komîsyona ku li Meclîsê hatiye damezrandin, bi rêya heyeteke ku ji nav xwe hilbijêre, biçe Girava Îmraliyê û birêz Ocalan ziyaret bike."

Turkdogan da diyarkirin ku divê komîsyona parlamentoyê bi lez û bez bi Ocalan re hevdîtinê bike.

Turkdogan gotinên Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk rexne kir û got, "Bi taybetî, ku berdevkên partiya desthilatdar bi gotinên wekî 'dem' û 'şert' tiştan derdixin pêş, ev yek jî nayê fêmkirin. Ev şert çi ne? Ka em jî bizanibin. Ma hûn ê pirsgirêka 50 salan a Tirkiyeyê bi taktîkên hilbijartinê yên demki çareser bikin?"

Ozturk Turkdogan di berdewamiyê de da zanîn ku di merasîma vekirina parlamentoyê de silavdayina Erdogan bi hevserokên wan re nîşana bipêşveçûna vê pêvajoyê ye û got, "Divê gav li gorî vê yekê werin avêtin. Yek ji van gavan, hevdîtina bi birêz Ocalan re ye."

Ozturk Turkdogan bal kişand li ser guhertinên qanûnî û wiha pê de çû: Piştî hevdîtinê jî, divê bi lez rêkeftinên qanûnî yên ji bo entegrasyona demokratîk hewce ne bên kirin. Lê  AK Partî vê pêvajoyê dirêj dike, ev yek dibe sedema derengketina pêşveçûnê. Lê ev ne hewce ye, ji ber ku li pêşiya me gelek mijar û qonaxên ku divê bên çareserkirin hene.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê derbarê Rojava û Sûriyeyê jî ev yek gotin, "Xaleke din a girîng jî mijara Sûriyeyê ye. Pêvajoya li Sûriyeyê, di serî de mirovên ku li wir dijîn eleqedar dike. Ji ber vê yekê, her car şertên nû, di pêvajoyên çareseriya pevçûnan de helwesteke ne rast ê. Bê guman ev mijar bi hev ve girêdayî ne û pirsgirêkên li wir jî bi demê re wê bên çareserkirin. Lê, derxistina şertên nû yên berdewam, bi taybetî di nav raya giştî ya Kurd de baweriya bi vê pêvajoyê lawaz dike. Ev ne hewce ye."

Sema Reşid

11/10/2025