BAFIL CELAL TALEBANÎ BI SÛDANÎ RE CIVIYA
Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo şopandina rêkeftina hinartina petrolê û mijara şandina mûçeyê meha tebaxê a Herêma Kurdistanê, serdana Bexdayê kir. di destpêka civînên xwe de, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Di civînê de pêkanîna rêkeftina petrolê ya di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê û rakirina astengiyên li pêşiya peymanê hatin gotûbêjkirin.
Serokê YNK'ê daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kir ku lezê bide bicîhanîna tedbîrên şandina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê, bo ku dema parvekirina mûçe, li Herêma Kurdistan bi Iraqê re di heman demê de be.
Serokwezîrê Iraqê û YNK'ê, hilbijartinên parlamentoya Iraqê jî gotûbêj kirin û tekez li ser pêwîstiya pêkanîa hilbijartineke paqij û zelal hate kirin.
Di beşek din a civînê de, Bafil Celal Talebanî ji bo guhertina navê Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê bo Balafirgeha Navdewletî ya Celal Talebanî spasiya serokwezîrê Iraqê kir.
Xizmetkirina malbatên şehîdan li Herêma Kurdistan û Iraqê mijarek din a civînê bû û di vê mijarê de Bafil Celal Talebanî ragihand, serokwezîrê Iraqê bi xwe, kurê şehîd e, ji ber vê yekê wî girîngiyeke taybetî daye malbatên şehîdan û ev yek hêjayî spasiyê ye.
Tevî hevdîtina bi Sûdanî re, biryare Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi hejmareke din a berpirs û rayedarên hizbû û hikûmî re jî bicive.
11/10/2025